Prof. Fîncanci der barê grevên birçîbûnê de bal kişand ser çend xalên girîng 2019-04-21 09:15:05   STENBOL – Seroka THÎV'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, bal kişand ser hin xalên ku divê çalakgerên greva birçîbûnê hay ji wan hebin. Fîncanci, destnîşan kir ku divê tiştên avî û ava paqij pir bên vexwarin, xwê, şekir, karbonat û vîtamîna B bê xwarin û di warê temaskirinê de jî divê pir baldar bin.    Seroka Weqafa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de di greva birçbûnê de ne.    ŞERT Û MERCÊN PAQIJIYÊ    Fîncanci, anî ziman ku pirsgirêkên tenduristiyê yên kesên di greva birçîbûnê de li gor hejmara rojan rû nadin, di vir de temen, rewşa tenduristiyê û nêvenga fizîkî girîng e. Fîncanci, anî ziman ku li gor girtiyan kesên li derve di greva birçîbûnê de ne, şertên wan hinekî baştir in û got: "Çimkî li derve şert û mercên paqijiyê baştir in. Lê belê li girtîgehan rewş ne wisa ye. Em dibihîsin, cezayê hucreyê li hin girtiyan tê birîn. Bi tena serê xwe mayîna li hucreyê birîsk e. Her wiha kes tune ye paqijiya çalakgeran û alîkariya wan bike. Ev jî tesîrê li rewşa tenduristiyê dike."    Fîncanci, destnîşan kir ku der barê tenduristiya girtiyên di grevê birçîbûnê de baş agahiyan nagirin û got: "Di grevên birçîbûnê yên berê de en bi rêya bijîşkên serbixwe de tev digeriyan. Wexta bijîşkên serbixwe, bijîşkên dildar ên Odeya Bijîşkan diçûn me bi rihetî dikaribû pêwendî deyne."    ‘AV, XWÊ, ŞEKIR, KARBONAT Û VÎTAMÎNA B1'    Fîncanci, diyar kir ku di warê temaskirinê de jî divê baldarî hebe û got: "Mîkrobên ku nabin sedema nexweşînê, di grevên birçîbûnê yên dirêj de bi rihetî dibin sedema nexweşînan. Dibe çermê çalakgeran hişk bûbe. Ji ber vê çermê wan diterike û ev jî bi rihetî mîkrobê digire. Loma heta bivê divê melhem û kremên ku çermn nerm dikin bên bikaranîn. Divê di warê tiştên avî de pir baldar bin. Teqez divê ava paqij bê vexwarin. Her wiha divê xwê, şekir, karbonat û vîtamîna B bê girtin. Ne wê xwêya ku em pê dizanin, divê xwêya ku di warê potasyûmêd e dewlemend bê bikaranîn. Nexasim jî divê kesên nexweşîna tansiyonê bi wan re heye vê xwêyê bi kar bînin. Dibe ji ber kêmaniya magnezyûmê kramp çêbibin. Divê ev hemû bên bikarnîn. Ev rê li ber texrîbat û seqetbûnê digirin."    Fîncanci, bi bîr xist ku êdî xwîn ji devê hin çalakgeran tê û got: "Wexta raçîng baş neyên xweyîkirin xwe bi xwe xwe xweyî dikin. Ji ber vê hin dever xwînî dibin. Ev tiştekî pir birîsk e. Divê çalakger vê yekê baş binirxînin. Teqez divê bijîşk kontrol bikin. Eger kes hatibe vê astê divê çalakiya xwe careke din di be rçavan re derbas bike. Çimkî em dizanin ku çalakiya greva birçîbûnê, ew e ku mirov dengê xwe ragihîne. Ne çalakiyeke întiharî ye, daxwazeke wê ya ji bo mirinê jî tune ye. Loma wexta bibe sedema pirsgirêkên bi vî rengî divê çalakî careke din di ber çavan re bê desrbaskirin. Çimkî birçîbûneke dûr û dirêj dibe bibe sedema mirinê. Loma divê liv û tevgereke hesas hebe. Helbet biryar a wan e, lê em bijîşk dixwazin ew bijîn."    ‘TECRÎD ÎŞKENCE YE'    Fîncanci, diyar kir ku divê civak bibe dengê çalakgerên greva birçîbûnê û got: "Li holê daxwazeke pir zelal heye. Çalakger bilêv kirin ku ew li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di grevê de ne. Divê ev tenê bi Abdullah Ocalan re jî neyê sînordarkirin. Li girtîgehên Tirkiyeyê tecrîdeke dijwar heye. Çimkî 2 an jî 3 kes li cem hevdu ne. Li vir wexta em dibêjin tecrîd; ev tê wateya ku çeşîddarî, guherbarî ji holê hatiye rakirin. Ev bixwe pirsgirêkeke tenduristiyê ye. Loma tecrîd îşkence ye û divê civak bi tevahî li dijî tecrîdê bibe deng."    MA / Ferhat Çelik