'YSK'ê biryara xwe bin pê kir' 2019-04-21 09:14:33   SÊRT - Hevşaredarê Sêrtê Resûl Kaçar ku ji ber bi KHK'ê hatiye îxrackirin YSK'ê mazbata nedayê, diyar kir ku YSK ji ber hêza AKP'ê biryara xwe bin pê kir.    Yek ji şaredarên ku ji ber bi KHK'ê hatiye îxrackirin mazbata nedanê jî Hevşaredarê Şaredariya Sêrtê Resûl Kaçar e. Kaçar, di hilbijartina 31'ê Adarê de 48.36 ji sedî deng girtin û bû hevşaredarê Sêrtê.    ‘KOMPLO YE'    Kaçar, destnîşan kir ku YSK ji ber hêza AKP'ê ev biryar daye û bi vê biryarê biryara xwe ya beriya hilbijartinê bin pê kiriye. Kaçar, got: "Ji bo şaredariyên me careke din radestî qeyûman bikin tiştek wisa kirin. Bi vê biryarê hin şaredariyên me radestî AKP'ê hatin kirin. Biryara YSK'ê komplo ye."    Kaçar, diyar kir ku di dema xebatên hilbijartinê de wan soz daye gel û got: "Niha di warê qanûnî de mafekî min tune ye, lê dîsa jî ez hevşaredarê gelê Sêrtê me û ez ê xizmeta gelê xwe bikim."