Wê Şaredariya Komirê bi zeytûn û bostanan şaredariyê pêş ve bibe 2019-04-21 09:10:26   SEMSÛR - Hevşaredarê Komira Semsûrê Erkan Karakaş, diyar kir ku ew ê şaredariyê bi rêya kooperatîfên zeytûn û bostanan pêş ve bibin.    Di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP, li bajaroka Komirê ya Semsûrê bi ser ket û bi hevşaredarên nû Erkan Karakaş û Zîlan Erbay şaredarî bi dest xist.  Hevşaredar Karakaş, diyar kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin hema bêje xizmetên şaredariyê hemû hatibûn rawetandin û li şaredariyê cendirme hatibûn bicihkirin û ji ber vê gel nikaribû biçe şaredariyê.    ‘EM BI SER KETIN'    Karakaş, anî ziman ku di pêvajoya hilbijartinê de namzetên partiyên din bi rihetî dikaribûn bixebitin, lê belê yên HDP'ê tim bia stengiyan re rû bi rû man. Karakaş, diyar kir ku di dema xebatên hilbijartinê de cendirme tahde li gel dikirin û bi zext û zoriyan dixwestin encamên hilbijartinê biguherînin. Karakaş, bilêv kir ku nexasim jî qereqol gazî keyayan dikir û gef li wan dixwarin. Karakaş, destnîşan kir ku lê belê dîsa jî ew bi ser ketine û bersiveke baş dane feraseta çewsîner.    Karakaş, diyar kir ku piştî hilbijartinê careke din deriyê şaredariyê ji gel re hatiye vekirin û êdî gel bi rihetî bêhnê distîne. Karakaş, got: "Welatiyên dibêjin 'me dengê xwe neda we, lê bi çûyîna qeyûm em kêfxweş in.'"    KOOPERATÎF    Karakaş, diyar kir ku serdema borî wan kooperatîfên çandiniyê ava kiribûn, lê belê ji ber qeyûm hat tayînkirin kooperatîf wisa mabûn. Karakaş, destnîşan kir ku ew ê kooperatîfan aktîf bikin. Karakaş, da zanîn ku serdema borî wan 20 hezar darê zeytûnan danîbû û piştî ber bidin ew ê di kooperatîfê de bi kar bînin. Karakaş, destnîşan kir ku ne şaredarî, wê gel xwediyê kooperatîfê be.    Her wiha Karakaş, anî ziman ku ew ê li erdên şaredariyê jî bostanên şaredariyê ava bikin û ew ê bi rêya kooperatîfê berên li bostan bifiroşin. Karakaş, anî ziman ku ew ê bi bostanên şaredariyê qadên îstihdamê vekin.