'Eger tecrîd bi dawî nebe em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin' 2019-04-21 09:09:06   DÎLOK –  Dayika Muhamed Kaygûsûz ê di greva birçîbûnê de Zeynep Kaygûsûz, diyar kir ku ew mecbûr in xwedî li daxwazên zarokên xwe derkevin û got, eger tecrîd bi dawî nebe wê dest bi greva birçîbûnê bikin.    Li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê, ji girtiyên ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, yek jê jî Mûhammed Kaygûsûz ê 27 salî ye. Kaygûsûz, cara ewil di 13 saliya xwe de hatiye girtin û di sala 2012'an de ket Girtîgeha Tîpa M a Zarokan a Pozantiyê. Ji wê çaxê heta niha Kaygûsûz 7 caran hatiye girtin û niha sal û 2 meh in girtiye.    Dayik Zeynep Kaygûsûz, diyar kir ku kurê wê 10 kîloyan zihîf bûye. Kaygûsûz, anî ziman ku divê gelê kurd bi tevahî bibe yek û xwedî li berxwedana zindanan derkeve û got: "Kurê min got, 'heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî nebe em ê bitêkoşin.'" Dayik Kaygûsûz, destnîşan kir ku tecrîd zilm û îşkenceye û niha di şexsê Ocalan de gelê kurd tevahî tê tecrîdkirin.    ‘EM Ê JÎ TÊKEVIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ'    Kaygûsûz, bal kişand ser bêdengiya raya giştî jî û got: "Em naxwazin kesek bimire. Êdî bes e, divê her kes guh bide vê qîrînê."    Kaygûsûz, diyar kir ku dayikên kurd tim doza aştiyê dikin û got: "Em naxwazin dayikek jî bigirî. Em bang dikin. Bila her kes destê xwe desyne ser wijdanê xwe û xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Divê em malbat jî xwedî li daxwazên zarokên xwe derkevin. Eger di demeke nêz de tecrîd bi dawî nebe em malbat jî em ê canê xwe feda bikin. Çi dikeve ser milê me em amade ne. Eger tecrîd bi adwî nebe em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin." dedi.