Piştî guherînên di PVSK'ê de 393 kes bi destê polîsan hatin kuştin 2019-04-21 09:04:07   ÎZMÎR - Piştî ciwanê bi navê Recep Hantaş hat kuştin, careke din mirina bi destê polîsan ket rojevê. Serokê Weqfa Baran Tûrsûn Mehmet Tûrsûn, bilêv kir ku piştî PVSK hat guherandin 393 kes bi destê polîsan hatine kuştin.    Di 14'ê Nîsanê de polîsan li Amedê ciwanê bi navê Recep Hantaş ku li Sumerparkê runiştibû kuştin. Bi kuştina Hantaş re careke din mirina bi destê polîsan ket rojevê.    PIŞTÎ GUHERANDINA PVSK'Ê 393 KES HATIN KUŞTIN    Li Îzmîrê, di 24'ê Mijdara 2007'an de wexta Baran Tûrsûn ji pîrozbahiyeke rojbûnê vedigeriya polîsan ew kuşt. Bavê Baran Tûrsûn û Serokê Weqfa Tûrsûn Mehmet Tûrsûn, bal kişand ser Qanûna Wezîfe û Seşahetiyên Polîsan (PVSK) ku di 2007'an de hat guherandin. Li gorî daneyên Weqfa Tûrsûnê; piştî PVSK hat guherandin ji sala 2007'an heta 2019'an 393 kes bi destê polîsan hatine kuştin.    RECEP HANTAŞ JÎ LI LÎSTEYÊ HAT ZÊDEKIRIN    Weqf lîsteya kuştinên bi vî rengî ji sala 2007'an ve amade dike. Di rêza ewil a lîsteyê de Remzî Dûrûkan heye. Dûrûkan ê 22 salî li Avcilara Stenbolê bi hinceta "guh nedaye hişyariyê" hat kuştin. Herî dawî jî Recep Hantaş ê 20 salî li lîsteyê hat zêdekirin. Hantaş, di 14'ê Nîsanê de li Amedê ji aliyê polîsan ve hat kuştin.    Mehmet Tûrsûn, diyar kir ku li Tirkiyeyê erka "gumanbarê maktûl", "pêşbînî" û "bêwestan berdan" ketiye destê polîsan û ev yek dibe sedema kuştinê. Tûrsûn, bilêv kir ku piştî vê qanûnê hema bêje her meh bi dehan kes ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Tûrsûn, anî ziman ku ji Baran Tûrsûn heta Enes Ata, ji Çagdaş Gemîk heta Recep Hantaş 393 kes ji ber vê qanûnê hatine kuştin. Tûrsûn, got: "Ev doz hema bêje hemû bi beraatê yan jî bi cezayê sembolîk bi dawî bûn. Çima bi cezayê sembolîk bi dawî bûn? Çimkî polîs erka di dest xwe de li eywanên dadgehê wek tiştek tune be vedibêjin."    Tûrsûn, anî ziman ku sedemeke van kuştinan jî polîtîkaya bêcezakirinê ye û berî raporên otopsiyê bên amadekirin an jî lêkolîn baş bên kirin, rayedar daxuyaniyê didin û dibêjin "tu sûcê polîs tune ye."    ‘EM Ê ŞOPDARÊ DOZA HANTAŞ BIN'    Tûrsûn, anî ziman ku çawa hay ji bûyera Recep Hantaş çêbûne dest bi lêkolînan kirine û ew ê ji niha û pê ve şopdarê vê dozê bin jî. Tûrsûn, daxuyaniyên walîtiyê û polîsan ên der barê bûyera Hantaş de aşkere kirin û got: "Em van polîsan nas dikin. Êdî bûye nirxeke ehlaqî ya polîsan ku çekan datînin cem cenazeyan. Li Enqereyê wexta Soner Çankal hat kuştin 12 salî bû. Piştî hat kuştin çekeke pêlîstokî danîn cem wî. Li Stenbolê wexta cîgirê midûrê emniyetê Ahmet Suluçoglû kuşt, çekeke pêlîstokî danîbûn cem wî. Minakên bi vî rengî gelek in. Piştî kuştin pêk tê vê carê jî hewl didin bi delîlên sixte ser bûyerê bigirin. Polîsê ku delîlên sexta peyda dike, dibe şahidê derew û bi derewan şahidê dike û ser delîlan digire û zarokên me dikuje, heman polîs e."      MA / Nîmet Olmez