ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2019'AN 2019-04-21 09:01:30   * Piştî ciwanê bi navê Recep Hantaş hat kuştin, careke din mirina bi destê polîsan ket rojevê. Serokê Weqfa Baran Tûrsûn Mehmet Tûrsûn, bilêv kir ku piştî PVSK hat guherandin 393 kes bi destê polîsan hatine kuştin.    * Bavê Vedat Bektaş ê Saît Bektaş anî ziman ku kurê wî 52 roj in di greva birçîbûnê de ye û got: "Zarokên me li ber çavên me wek findekê dihelin."    * Dayika Hatûn Yayik a  79 roj in di greva birçîbûnê de ye, Hatûn Yayik, got: "Bedena min li malê ye, lê ruhê min li zindanê ye. Wexta telefon lê dide ziravê min tê ber devê min."    * Dayika Muhamed Kaygûsûz ê di greva birçîbûnê de Zeynep Kaygûsûz, diyar kir ku ew mecbûr in xwedî li daxwazên zarokên xwe derkevin û got, eger tecrîd bi dawî nebe wê dest bi greva birçîbûnê bikin.    * Hevşaredarê Komira Semsûrê Erkan Karakaş, diyar kir ku ew ê şaredariyê bi rêya kooperatîfên zeytûn û bostanan pêş ve bibin.    * Tê gotin wê di 10'ê Hezîranê de Bendava Ilisûyê avê bigire. Berdevkê Hewldana Heskîfê Ercan Ayboga, bilêv kir ku ew ê heta dawiyê bitêkoşin û got: "Me gelek caran da rawestandin, taloq kir. Em bawer dikin ku em ê careke din jî bi ser bikevin."    * Dayikên li ber Girtîgeha Gebzeyê ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de nobetê digirin û bi êrîşa polîsan re rû bi rû dimînin, bang li Serokomar Erdogan û rayedarên din kirin û gotin: "Xweyîwijdan bin!"    *Dayika 2 zarokên wê Şerafettîn (36) û Nîzamettîn Yilmaz (38) ên li Girtîgeha Mêrdînê bi hev re li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dene, diyar kir ku kurê wê Nîzamettîn jê re gotiye ‘Ger ez bêm berdan ezê çalakiya xwe li malê bidomînim û got: “Cihê kurê min amade ye.”   * Hevşaredarê Sêrtê Resûl Kaçar ku ji ber bi KHK'ê hatiye îxrackirin YSK'ê mazbata nedayê, diyar kir ku YSK ji ber hêza AKP'ê biryara xwe bin pê kir.    * Seroka THÎV'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, bal kişand ser hin xalên ku divê çalakgerên greva birçîbûnê hay ji wan hebin. Fîncanci, destnîşan kir ku divê tiştên avî û ava paqij pir bên vexwarin, xwê, şekir, karbonat û vîtamîna B bê xwarin û di warê temaskirinê de jî divê pir baldar bin.    *Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî dê bi hevserokên HDP’ê yên bajaran re li Avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê kom bibin, dê encamên hilbijartin û çalakiyên greva birçîbûnê binirxînin. (10.00)   *Rêxistina HDP'ê ya Amedê, dê têkildarî grevên birçîbûnê û biryara YSK'ê ya derbarê KHK'iyên hatin hilbijartina de dayî, li Kolana Hunerê ya Ofîsê daxuyanî bide çapemeniyê. (15.00)   *Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, dê komcivîna “Lêkolîna rê bû rêbazên nû yên di têkoşîna mafê mirovan de” li Odeya Avahîsaz a TMMOB a Karakoyê li dar bixe. (12.00)   *Çalakiya Nobetê ya malbatên zarokên wan li dijî tecrîda Îmrliyê di greva birçîbûnê de, ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze di roja 13’emîn de berdewam bike. (12.00)   *Serokê Şarederiya Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrm Îmamoglu dê li Qada Maltepe mîtînga pîrozbahiyê pêk bîne. (14.00)