Li Rezanê çima mazbatayên HDP’iyan nadin wan? 2019-04-20 15:23:48 AMED – Hat zanîn ku mazbatayên endamên meclîsa Şaredariya Rezanê yên HDP’î nedane wan û lê 7 endamên meclîsê yên AKP’î mazbatayên xwe wergirtine. Hevşaredara Rezanê Zubeyde Zumrut diyar kir ku Huseyîn Beyoglu yê AKP’î bi endamên xwe yên meclîsê re rêveberiya şaredariyê dîzayn kiriye.  Tevî ku bi ser hilbijartina xwecihî re 20 roj derbas bûn jî hêj mazbatayên 30 endamên meclîsa Şaredariya Rezanê ya Amedê nedane wan. Bi giştî 37 endamên meclîsa Şaredariya Rezanê hene. 30 endamê meclîsê yên HDP’ê bi ser ketin. 7 endam jî yên AKP’ê ne. Bi hêceta biryara YSK’ê ya KHK’ê ku da, dê mazbata hevşaredar Zeyat Ceylan û 6 endamên meclîsê nedin wan.    Li şûna endamên mazbata ji bo wan neyê dayîn dê bidin endamên lîsteya yedek ên HDP’ê. Ancak hat îdakirin ku Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê bi hêceta “rêzê” çêkirine mazbata nade HDP’iyan. Desteya Hilbijartina Navçeyê mazbata 7 endamên AKP’î daye wan.    Hevşaredara HDP’î ya Rezanê Zubeyde Zumrut têkildarî mijarê axivî.    'KOMPLOYA AKP’Ê DIDOME’    Zumrut da zanîn ku ji destpêka xebatên hilbijartinê bêrêbazî hene û got: “Bêrêbazî bi nedayîna mazbata didome. Tevî ku 20 roj bi ser hilbijartinê re derbas bûn jî lê ancak pêkanînên antî-demokratîk didomin. Hemû kesên li Tirkiyeyê hatin hilbijartin mazbatayên xwe wergirtin. Ancak heta niha hêj mazbata hilbijêrên Şaredariya Rezanê nedane wan. Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê bi hêcetên wek ‘tiroviro’ mazbata nade me. Komploya AKP’ê ya hilbijartinê didome û bêhiqûqî hêj neqediyaye.”    ‘PIRANIYA ENDAMÊN MECLÎSÊ YÊN HDP’Ê NE’    Zumrut anî ziman ku Huseyîn Beyoglu yê AKP’î yê ji sedî 25 deng wergirtin Şaredariya Rezanê hatiye xespkirin û got: “Huseyîn Beyoglu bi van hewldanên xwe sûc kiriye. Bi piraniya endamên meclîsê HDP’î ne. Dizanin ku dê meclîsa şaredariyê kesek ji sedî 25 deng bi dest xistiye û wî kirine şaredar neyê xebitandin. Ji ber vê yekê mazbatayên me nadin me.”    'LI PEY ÇI NE?'   Zumrtu diyar kir ku heke bixwazin dayîna mazbata karê saetekê ye û wiha got: “Bêhiqûqî didome. Niha li pey çi ne? Mazbatayên 7 endamên AKP’î dane wan. Huseyîn Beyoglu yê AKP’î dixwaze bi endamên meclîsê yên AKP’î re rêveberiya şaredariyê dîsa ji nûve li gorî xwe dîzayn bike. Tiştên tên kirin li dijî hiqûqê ye. Li gorî qanûnan bi beşdariya hemû hilbijêran re civîna meclîsê tê kirin. Piştî civîna ewil dê dabeşkirina wezîfeyê bê kirin.”    ‘WÊ NAVÊ WÎ WEK DIZEK WERE NIVÎSANDIN’    Zumrtu da zanîn ku navê Huseyîn Beyoglu yê AKP’î li kolanên Rezanê wek “dizek” were nivîsandin û got: “Dizîkirin tenê ne pakêtek meqarneye. Diziya herî mezin dizîkirina vîna gel e. Divê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê gavek berê gavekê mazbatayên HDP’iyan bide.”