Piştî Gebze li Qoserê: Dayik bi erdê re kaş kirin 2019-04-20 15:06:31 MÊRDÎN – Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Dayikên Aştiyê, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê û tecrîdê şermezar bikin daxuşanî dan. Polîsan mudaxaleyî dayikan kir û dayik bi erdê re kaş kirin. Polîsan Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin jî di navde 6 dayik binçav kirin.  Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Navçeya Qosera Mêrdînê bi armanca tecrîdê şermezar bikin û piştgiriyê bidin daxwaza girtiyên li dijî tecrîdê di grevê de, xwestin çalakiya rûniştinê pêk bînin. Dayikên ku li ber avahiya HDP û DBP'ê kom bûn, endam û rêveberên HDP’ê û Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin û gelek kesên din piştgirî dan wan. Dayikên ku xwestin çalakiya rûniştinê pêk bînin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan avahiya HDP'ê bi maşîneyên zirxî dorpêç kir û destûr nedan ku dayik çalakiyê pêk bînin. Dema dayikan xwest daxuyaniyê bidin polîsan bi TOMA'yan mudaxale kir û dengê sirenê bilind kirin û destûr nedan ku dengê daxuyaniyê bê bihîstin. Li ser navê Dayikên Aştiyê Hevlet Oncu, diyar kir ku ew tenê aştiyê dixwazin û wiha got: "Em êdî tehamul nakin ku cenaze derkevin. Ger ku cenazeyek din derkeve wê dayik cîhanê xera bikin. Hêrsa dayikan gelek zêde ye.    POLÎSAN DAYIK BI ERDÊ RE KAŞ KIRIN   Dema dayikan daxuyanî dida polîsan bi gazên îsotê û TOMA mudaxaleyî dayikan kir. Polîsan ava şit avêt dayikan û Dayika Aştiyê Hevlet Oncu li pey xwe kaş kirin. Dema polîsan Oncu li pey xwe kaş kirin, ew kêlî bi kamerayan hatin qeydkirin.    Polîsan di mudaxaleyê de Hevserokê HDP'ê yê Şemrexê Mesut Urun bi lêdanê binçav kir. Dema polîsan ava şit avêt rûyê Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Şehmuz Sun, rûyê wî xwîn bû. Hevserokê HDP'ê yê Qoserê Şirin Obek  jî di mudaxaleya polîsan de birîndar bû. Dema Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin û Rêvebera DBP'ê Şukran Erol xwestin polîsan rawestînin û nehêlin dayik bên binçavkirin, polîsan Ozaydin û Erol jî binçav kirin.      Piştî 6 kes hatin binçavkirin, girse li Qada Azadiyê ya Qoserê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman. Polîsan li vir jî mudaxaleyî girsê kir. Li vir jî di mudaxaleya polîsan de 2 ciwan hatin binçavkirin.    Dayik piştre derbasî avahiya partiyê bûn û bertekên xwe berdewam kirin.