Turkdogan: Heta tecrîd ranebe wê hêjmara girtiyên nexweş zêde bibe 2019-04-20 14:59:03   EDENE - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên neşweş li Parka Înonu daxuyanî dan. Endamê Komîsyona Girtîgehan Nejad Okay, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Kutli û diyar kirin ku Kutli bi tena serê xwe nikare bijî. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku heta tecrîd ranebe wê hêjmara girtiyên nexweş zêde bibe.    Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li Parka Înonu ya Edeneyê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan a (TUAYDER), Nûnerên partiyên siyasî, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, parazvanen mafên mirovan û xizmên girtiyan tev li çalakiyê bûn. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Girtî Mehmet Kutlî yê li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê."    Li ser navê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Nejat Okay, bal kişand ser rewşa girtiyên neşweş û anî ziman ku girtî rastî gelek pirsgirêkan tên û wiha got: "Mehmet Kutlî nexweşê dil e. Gelek kîto daye. Bi tena serê xwe nikare bijî. Ji bo ji nexweşxaneyan cenazeyên din dernekve divê hikûmet û wezareta Dadê  gavan bavêjin.    Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe bi hezaran girtî di grevê de ne û wiha got: "Heta tecrîd ranebe wê hêjmara girtiyên nexweş zêde bibe. Ger ku pirsgirêka tecrîdê bi dawî nebe, wê hêjmara girtiyên nexweş ên gran zêde bibe. Divê tecrîd bi dawî bibe û girtiyên nexweş bên berdan."