Weqfa Aştiyê ji rêveberên medya û qunciknûsan re name şand 2019-04-20 13:41:12 STENBOL – Weqfa Aştiyê, ji rêveberên medyayê û qunciknûsan re name şand û ji wan xwest di mijara grevên birçîbûnê de hestiyar tevbigerin.  Desteya Rêveberiya Weqfa Aştiyê ji bo çalakgerên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ket tevgerê. Weqfa Aştiyê ji rêveberên medyayê û bi ser 70 qunciknûsan re nameyan şand. Weqfa Aştiyê di nameyan de xwest rêveberên medyayê û kunciknivîsar di mijara grevên birçîbûnê de hestiyar tevbigerin.