HDP dê sibê li Amedê daxuyaniyek girseyî bide 2019-04-20 13:25:24   AMED – Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê dê sibê têkildarî tecrîd, grevên birçîbûnê û biryara YSK’ê ya hilbijêrên KHK’ê de daxuyaniya girseyî ya çapemeniyê li dar bixe.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê dê sibê têkildarî rewşa tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê, biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) a derbarê hilbijêrên KHK’î de çalakî li dar bixe. HDP dê sibê saet li 15.00’an de li Kolana Hunerê ya li Semta Ofîsê daxuyaniya girseyî ya çapemeniyê bide û banga beşdariya daxuyaniyê kir.