'Em li dor çalakgerên greva birçîbûnê bibin xelek' 2019-04-20 09:11:46 SÊRT - Malbatên zarokên wan di greva birçîbûnê de ne diyar kirin ku ji bo tecrîd bi dawî bibe divê her kes destekê bide çalakgeran û li dor wan bibe xelek.  Li girtîgehan bi hezaran girtî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Li Sêrtê malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bang li her kesî kirin ku li dijî tecrîd derkevin û bibin dengê çalakiya girtiyan.  Bavê Yûsûf Selçûk (28) ku li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê 51 roj in di greva birçîbûnê de ye Cevher Bozkûrt got: "Eger tecrîd tune bûna wê zarokên me neketana greva birçîbûnê. Heta tecrîda li ser Serok bi dawî nebe, wê tecrîda li ser kurdan jî bi dawî nebe."    Bav Selçûk, diyar kir ku 3 sal berê kurê wî sirgûnî Girtîgeha Ordûyê hatiye kirin û got: "Cihê wî dûr e. Loma em nikarin tim biçin. Ancax em 6 mehan carekê diçin. Wexta em diçin jî em dolmîşê kirê dikin û diçin. Rê 24 saet e. Lê ancax em nîv saetî dikarin bibînin. Ma ev edalet e?"    Dayika Bariş Tûncay (25) ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Bandirmayê di greva birçîbûnê de ye Nefîs Tûncay jî diyar kir ku hefteya borî ew çûne girtîgehê lê tenduristiya kurê wê nebaş bûye. Dayik Tûncay, bilêv kir ku destên kurê wê dilerihîn û lêvên wî ziwa bibûn û bêhal bû û got: "Kesên dibin em kurd in, em xwedî namûs û şeref in divê serî rakin."    Bav Abdûllah Tûncay (59) jî bilêv kir ku divê her kes destekê bide girtiyên di greva birçîbûnê de û got: "Zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Eger bivê em ê biçin ber girtîgehan mîtîngan li dar bixin. Ev bêdengî bi kesî tenê bi dawî nabe. Divê gel hemû bibe yek."