Çalakiya greva birçîbûnê ya li Îzmirê dê bi cureyên din bidome 2017-11-13 15:57:58 ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin bi dawî kirin. HDP'ê diyar kir ku dê çalakiyên xwe bi cureyên din berdewam bikin.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmirê bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û azadiya Ocalan bixwazin greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. HDP'ê çalakiya ku di 27'ê Mijdarê de debûn destpêkirin piştî roja 16'an bi dawî kirin. Piştî HDP'ê çalakî bi dawî kir daxuyani da u diyar kir ku dê çalakiyên xwe bi reng û rêbazên din berdewam bikin. Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Semra Uzunok, diyar kir ku ji 11'ê Îlona 2016'an de agahiyê ji Ocalan nastînin û wiha got: "Armanca çalakiyên me azadia Ocalan e. Em dixwazin heyetek navneteweyî biçe îmraliyê. Ger ku Ocalan azad bibe dê ji bo her kesî baş be. "    Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Çerkez Akdemir jî anî ziman ku kesê li Rojhilata Navîn şer bi dawî bike tenê Ocalan e û xwest tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe."