‘Demildest çareseriyê ji grevên birçîbûnê re bibînin’ 2019-04-19 15:39:46 AMED – Parêzer Abdullah Çager di çalakiya ji bo bîranîna Tahîr Elçî de axivî û bang li Serokkomar û rayedarên dewletê kir û xwest çalakiyên greva birçîbûnê demildest bên çareserkirin.  Baroya Amedê ji bo bîranîna Tahîr Elçî di hefteya 172’yemîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya heftane li dar xist. Gellek nivîskarên Weşanxaneya J&J, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun û gellek parêzer beşdar bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin. Parêzer Abdullah Çager ê endamê Baroya Amedê di bîranînê de axivî û bal kişand ser rapora Zanîngeha Londrayê ya cînayeta Elçî û got heta niha kujerên Elçî nehatine dîtin û heta kujer neyên dîtin û tiştek neyê kirin dê dev ji cînayetê bernedin.    ‘WÊ XISAR DI BEDENA WAN DE BIMÎNE’    Çager çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bi bîr xist û got: “Asta ku greva birçîbûnê gihîştiyê dibe ku her kêlî bi binpêkirina mafan bi encam bibe. Her wiha ku ji vê merhaleyê şûn ve grev bi dawî bibe jî dê di fonksiyonên laşê çalakgeran de xisar pêk were. Ev rastî jî ji aliyê tibê baş tê zanîn.”    ‘ÇARESERIYÊ BIBÎNIN’    Çager destnîşan kir ku ji bo daxwaza girtiyan were qebûlkirin 7 girtiyan dawî li jiyana xwe anî û got: “Tiştên li dijî cenazeyên van însanan hat kirin, ne ji aliyê însanî û ne jî ji aliyê hiqûqî û tu aliyan ve nayê qebûlkirin. Em di serî de bang li Serokkomar û hemû rayedaran dikin ku demildest ji çalakiyên greva birçîbûnê re çareseriyê bînin.”