Bi tembûra lîstokê heya êvarî stran Kobanê distrê 2017-11-13 10:27:56 WAN - Zarokê 7 salî Muhammed Alî bi malbata xwe re ku ji Halepê koçî Wanê kirin, bi tembûra xwe ya lîstokê li kolanên herî qerebalix ên bajêr strana “Kobanê” distrîn e.  Zarokê 7 salî Muhammed Alî li Kolana Cumhuriyê ku yek ji kolanên herî qelebalix ê Wanê ye, bi tembûra xwe ya lîstokê strana “Kobanê” bi saetan distre û dûbarê dike. Alî ku sermaya heyî qet ji xwe re nake xem, xeyalên rojekê zûtir vegere ser axa xwe û bigehêje hevalên xwe dike.      BIRAYÊ WÎ ÇAVDÊRIYÊ DIKE   Alî, diyar kir ku bi malbata xwe re ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji Helebê direvin û tên Tirkiye yê. Hin rojan birayê Alî jî hevaltiya wî dike. Alî ku berî mehekê bi hinceta “Stranên kurdî çêdike" hatibû binçavkirin, bi fikara ku çardin bê binçavkirin birayê xwe kiriye çavdêr.    JI BO DEBARA MALBATÊ DIXEBITE   Alî ku bi Tirkî nizane, bi kesên bi wî re diaxivin re, bi îşaretan diaxive. Alî ku malbata wî ji 9 kesan pêk tê ji bo debara malbatê dixebite.  Alî ji bo vegere mala xwe gelek xeyalên wî hene û dixwaze bigihije hevalên xwe yên berê.