Rêxistina HDP’ê ya Amedê dê kongreya xwe li dar bixe 2019-04-19 14:11:07   AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê, dê di 12’ê Gulanê de Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, ji ber ku di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de hevserok û hin rêveberên xwe weke namzet nîşan dan, ji bo ku rêveberiya xwe ya nû diyar bike, dê Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe. Kongre dê bi şîara “Înada azadiyê, înada demokrasiyê” di 12’ê Gulanê de bê lidarxistin.