Meclîs dê di 30’ê nîsanê de dest bi xebatê bike 2019-04-19 12:59:41   ENQERE – TBMM dê di 23’ê Nîsanê de bi rûniştek taybet bê vekirin û girtin. Di Desteya Giştî ya Meclîsê de dê serokên giştî yên partiyan biaxivin. Meclîs dê di 30’ê nîsanê de jî dest bi xebatan bike.    Piştî hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê divê TBMM di 16’ê nîsanê de bihata vekirin. Lê ji ber ku hilbijartina Stenbolê bi encam ne bû li ser vê yekê partiyan li hev kir û hefteyek din jî biryara nexebitandinê dan û vekirina Meclîsê taloqî 23’ê Nîsanê hatibû kirin.    Ji ber 23’ê Nîsanê dê Desteya Giştî ya TBMM’ê bi rûniştinek taybet bê vekirin. Wê civînên koman neyê kirin û tenê dê serokên giştî yên partiyan biaxivin. Piştî wê hefteyek şûn de yanî di 30’ê nîsanê de dê Meclîs dest bi xebatên xwe bike.