Dozger serlêdana malbatan bi bayê bezê red kir 2019-04-19 12:48:33   STENBOL – Dozgerê Komarê serlêdana malbat û parêzerên a ji bo hevdîtina li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  redkir.   Ji malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo dikaribin biçin Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn.    Malbatên her sê girtiyên din jî yên li gel Ocalan serî li dozgeriyê dan. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabiha Aslan jî bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Serlêdan serê sibê pêk hat. Serdozgeriyê serlêdanê nirxand û bi bayê beze red kir.    Mehmet Ocalan herî dawî di 12’ê çile de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.    SERLÊDANA PARÊZERAN JÎ HAT REDKIRIN    Ji parêzerên Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Faîk Ozgur Erol, Newroz Uysal û Rêzan Sarica jî duh ji bo biçin Îmraliyê li gel Ocalan hevdîtinê bikin cara 808’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê vê serlêdanê jî red kir.  Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hêcetên cuda nikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin.