Di 2 salan de li 92 endamên ÎHD’ê 100 lêpirsîn hat vekirin 2017-11-13 15:31:31 EDENE – Şaxa ÎHD’ê ya Edenê diyar kir ku di 2 salan de li 92 endamên wan bi tevahî 100 lêpirsîn hatine vekirin û ji van 17 kesan ceza girtiye û lêpirsîna 75 kesan jî dewam dike.  Şaxa ÎHD’ê ya Edenê der barê lêpirsîn û dozên di 2 salên dawî de li endamê wan vebûne li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê raporê aşkere kir. Endam û rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edenê Parêzer Îlhan Ongur axivî û got ku pêvajoya piştî Komkujiya Pirsûsê dest pê kir ji tundiya polîtîkaya salên 90’î bihuriye û carek din vê tundiyê xwe nîşan daye.    'BI ZEXT Û CEZAYAN RE RÛ BI RÛ NE’    Ongur da zanîn ku di 2 salên dawî li gel endam û rêveberên wan mafê mirovan parastine jî lê rastî lêpirsîn û cezayan hatine û gelek serokên şaxên komeleya wan rastî binçavkirin û girtinê hatine û gefên cezayan li endamên wan hatine xwarin.    DER BARÊ 92 ENDAMAN DE 100 LÊPIRSÎN    Ongur anî ziman ku der barê 92 endamên wan de bi tevahî 100 lêpirsîn hatine vekirin û daneyên di raporê de wiha rêz kir:    “* Bi sucdariya “Li dijî qanûna civîn û xwepêşandanên meşan de muxalefet kiriye” der barê 22 kesan de bi tevahî 25 lêpirsîn.    * Bi sucdariya “Li dijî qanûna civîn û xwepêşandanên meşan de muxalefet kiriye” ve “Li dijî karmend li ber xwe dan” der barê 11 kesan de bi tevahî 12 lêpirsîn.    * Bi sucdariya "Propagandaya rêxistinê kirin” der barê 11 kesan de 12 lêpirsin.    * Bi sûcdariya "Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê kirin” der barê 25 kesan de 27 lêpirsîn.    * Bi sûcdariya "Li dijî dewletê heqaret kirin” der barê 11 kesan de 11 lêpirsîn.    * Bi sûcariya "Li Serokomar heqaret kirin” der barê 6 kesan de 7 lêpirsîn.    * Bi sûcdariya "Pesindana sûc û xûdar” der barê kesekî de lêpirsînek.    * Bi sûcdariya "Li dijî karmend li ber xwe dan” der barê 5 kesan de 5 lêpirsîn.    LI 17 KESAN CEZA HAT BIRÎN    * Li 4 kesan bi sûcdariya “Li Serokomar heqaret kirine”, li 7 kesan bi sûcdariya “Propagandaya rêxistinê kirin”, li 3 kesan bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” û li 3 kesan jî bi sûcdariya “Li dijî dewletê heqaret kirine” ceza hat birîn.    DER BARÊ 75 KESAN DE LÊPIRSÎN DIDOME    * Der barê 22 kesan bi sûcdariya “Li dijî qanûna civîn û xwepêşandanên meşan de muxalefet kiriye”, li 11 kesan bi sûcdariya “Li dijî qanûna civîn û xwepêşandanên meşan de muxalefet kiriye” û "Li dijî karmend li ber xwe dan”, li 22 kesan bi sûcdariya “Propagandaya rêxistinê kirin”, li 8 kesan bi sûcdariya “Li dijî dewletê heqaret kirin”, li 2 kesan bi sûcdariya “Li Serokomar heqaret kirin”, kesekî bi sûcdariya “Pesindana sûc û sûcdar” û der barê 5 kesan de bi sûcdariya “Li dijî karmend berxwedan û mukavemet kirin” lêpirsîna cezakirinê didome.    'PARÊZVANÊ MAFÊ MIROVA WÎJDANÊ CIVAKÊ NE’    Ongur di dawiya raporê de got: “Parêzvanê mafê mirova wîjdana civakê ne. Her zext û êrîşa li dijî parêzvanê mafê mirova li dijî nirxên parastina azadiyê, aştî û wekheviyê ye. Em bang dikin ku demildest ev zext û êrîş rawestin.”