Yuksekdag: Pêbawerim ku ev berxwedana birûmet dê qezenc bike 2019-04-19 12:14:05 ENQERE - Fîgen Yuksekdag, di danişîna doza jê hatiye girtin de bal kişand ser grevên birçûbûnê û got: “Ez bawer dikim ku ev berxwedana birûmet û demokratîk dê qezenc bike.”  11’emîn danişîna doza darizandina Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag a jê hatiye girtin, li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.      Di îdîanameya 92 rûpel a derbarê Yuksekdag de, ji ber xebatên wê yên siyasî û axaftinên di çalakiyên cur be cur de kirin hatiye amadekirin, bi îdîaya “Rêvebertiya rêxistinê kirin” 83 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.   Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F a Kandira bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Habîp Eksîk, Huseyîn Kaçmaz û Zeynel Ozen danişîna Yuksekdag şûpandin.   'GIRTÎ HEWL DIDIN ÇARESERIYEK DEMOKRATÎK AVA BIKIN’    Piştî danasîna nasnameyê danişînê dest pê kir û Yuksekdag parastin kir. Yuksekdag, di dest pê ka parastina xwe de grevên birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin û got: “Siyaseta  Tirkiyeyê, ketiye nava kaoseke mezin û îro girtiyên di greva birçîbûnê dene, hewl didin çareseriyek demokratîk ava bikin. Daxwaza herî bingehîn a grevên birçîbûnê rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Ez bawer dikim ku ev berxwedana birûmet û demokratîk a pêşketiye,  dê qezenc bike.”   Parastina Yuksekdag dewam dike.