Dayan ê di greva birçîbûnê de: Di dawiya rojên tarî de, dê rojên bi tav bên 2019-04-19 11:28:52 WAN - Sînan Dayên ê li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê ev 50 rojin di greva birçîbûnê deye, diyar kir ku hêza wan li ser piyan digire hêviye û got: “Di dawiya van rojên tarî de, dê rojên şîn û bi tav werin.” Girtiyê 29 salî Sînan Dayan ê li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê ev 50 rojin li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê deye, ji bo ku mirin di girtîgehan de pêk neyên, banga hestiyariyê li raya giştî kir.    Dayan di nameya şand de, diyar kir ku daxwazên wan daxwazên bi mîlyonane û wiha got: “Ev pêvajoya ku di rojên pêş de çi biqewime nediyare, veguhere şatiyê ji bo me hemûyan hêviyek mezine. Tenê rêyekê vê heye, ew jî rakirina tecrîdê ye. Hêza me li ser piyan digire, hêviye. Ji ber vê em hêvî dikin û baş dizanin ku di dawiya van rojên tarî de, dê rojên şîn û bi tav werin. Li ser vê axê, ji bo daxwaza aşatiyê tim bedel hatine dayîn û tên dayîn jî. Îro ji bo vê ji 7 hezarî zêdetir mirov li Ewropa û Tirkiyeyê di greva birçîbûnê dene.  Roj bi roj, meh bi meh, parçe bi parçe bi helandina bedena xwe bedel didin. Ji ber vê berxwedana dîrokî ya di 8’ê Mijdara 2018’an de dest pê kir û mîna aşûtê mezin bû, xwedî girîngî û wateyek mezin û binirxe. Dibe ku sibe pir dereng be. Divê ev qîrînî bê bihîstin û ya pêwîst bê kirin.”