Amediyan: Bêdengî ne misilmantiye, minafiqtiye 2019-04-19 10:58:11 AMED - Welatiyên Amedê, derbarê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin de axivîn û gotin: “Berî ku mirin zêdetir pêk werin, divê daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin.” Me polîtîkayên tecrîdê yên hikûmet berdewam dike û çalakiyên grevên birçîbûnê yên asta krîtîkbûnê derbas kirin, ji Amediyan pirsî. Welatiyên bajêr diyar kirin ku berî cenaze ji girtîgehan derkevin, divê hemû kes berpirsiyartiya xwe bi cih bîne û xwestin demildest tecrîd rabe.   Welatî Yûsûf Demîr, anî ziman ku ji ber polîtîkayên ne çareserkirina pirsgirêka Kurd grevên birçîbûnê dest pê kirin û got: “Ev 4 mehin grevên birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan berdewam dikin. Zilma îro ya li ser civakê serdema 12’ê Îlonê tîne bîra me. Tu xirabî bi ser nakeve û di dawiya dawî de, dê li xediyê xwe vegere. Kenan Evren jî berê wiha kir. Mirovan wê demê jî, li dijî zilmê ji bo jiyanek birûmet dest bi grevên birçîbûnê kirin. Bûyerên dûre hatin jiyîn hemû kes dizanin. Kesek jiyanek bê rûmet qebûl nake. Bila kes vê yekê li ser me ferz neke.”   ‘BERXWEDANA ZINDANAN DÊ PÊŞEROJEK RONAHÎ BÎNE'   Behrî Bîlen jî, da zanîn ku Rêberê gelê Kurd û siyaseta wê Abdullah Ocalan ev demek dirêje dibin tecrîdek girankirî deye û wiha axivî: “Ev demek dirêje Kurd li çar parçeyan dibin tecrîdê dene. Leyla Guven bi berxwedana xwe pêşengtiya gel dike. Îro 7 hezar mirov di greva birçîbûnê dene û rewşa tenduristiya wan pir krîtîk bûye. Divê hemû kes xwedî grevên birçûbûnê derkevin. Birêz Ocalan tenê ji bo Kurdan pêşengtiyê neke, ji bo hemû gelên bindest pêşengtiyê dike. Ez hêvî dikim ku gelên Kurd, Tirk, Erep, Suryanî û gelên Ewropa yên baweriya wan bi demokrasiyê tê, dest bidin hev û me ji vê pêvajoya tarî derbixin û tecrîdê bişkînin.”   ‘HEMÛ MIROVAHÎ BERPIRSÊ MIRINÊN RÛ BIDINE’   Welatiyê 64 salî Emîn ê berê melatî kirî û nexwest paşnavê xwe bide jî, wiha axivî: “Di bingeha hemû pirsgirêkên da bêhiqûqî û bêedaletî heye. Li cihê ku hiqûq û edalet lê hebe, pirsgirêk dernakevin. Ji krîza aborî bigirin, heya nelirêtî, şer û grevên birçîbûnê, hemû bingeha xwe ji bêedaletî û bêhiquqiyê digirin. Berî her tiştî divê em pirsa gelo çima evqas kes di girtîgehan dene bikin. Hemû kes berpirsê mirinên di girtîgehan de rû bidine. Li hemberî mirinan bêdeng mayîn, gunek mezine û di axirêtê de hesabê vê tê pirsîn. Îro hemû kesên dibin ez misilmanim, yek ji wan jî dengê xwe dernaxin. Ji ber ku ew aştî û yekitiyê naxwazin. Ev ne misilmantiye, minafiqtiye.”    ‘CIHÊ KU LÊ TIRS HEBE, TECRÎD JÎ HEYE’   Engîn Kosê jî, bal kişand ser krîtîkbûna grevên birçîbûnê û wiha bilêv kir: “Êdî fikarên me hene ku mirin pêk werin. Îro tecrîd li tevahiya Kurdistanê belav bûye. Derve jî veguheriye girtîgehê. Azadî tuneye. Li cihên ku lê tirs hebe, li wê derê tecrîd heye. Îtîrazek herî biçûk jî terorîze dikin. Em ji wan tu xelatan naxwazin, em tenê  dixwazin hiqûqên xwe bi cih bînin. Dixwazim demildest tecrîd rabe.”   ‘BI CEZAYÊN KEYFÎ ZAROKÊN ME KIRIN GIRTÎGEHAN’   Nazîme Çekir jî, got êdî bese, zarokên me di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin. Çakir, da zanîn ku bi cezayên keyfî zarokên kirin girtîgehan û wiha axivî: “Îro bi hezaran ciwanên me di zindanan dene. Ji bo ku tecrîd rabe di çalakiyê dene. Leyla Guven parlementereke û êdî rewşa wê giran dibe. Lê kes guh nade daxwaza wê. Hê duh parlementera me Remziye Tosûn birîndar kirin. Ji ber ku ev parlementerên Kurdane wiha li wan dikin. Xwedî ji wan re nehêle.”    Unzîle Barût jî, dest nîşan kir ku divê rayedarên hikumetê tecrîdê rakin û wiha bilêv kir: “Kurd daxwaza aştî û wekheviyê dikin. Em hêvî dikin ku ji girtîgehan mirin dernekevin. Dayikên Kurd li ser vê axê gelek zarokên xwe winda kirin. Ji bo ku kesek tenê jî jiyana xwe ji dest nede, divê tecrîd rabe. Em naxwazin êşên mezintir bijîn. Bila êdî ev êş ji holê rabin.”