Biryara bi hincet a Komkujiya Dîlokê aşkere kirin 2019-04-19 10:15:31 DÎLOK - 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kayseriyê, biryara bi hincet a têkildarî 8 bersûcên ku ji komkujiya Dîlokê ya 40 jê zarok 56 kes hatin kuştin de aşkere kir. Heyetê di biryarê de diyar kir ku şopa tiliyên hevjîna Amîrê DAİŞ’ê Kadir Cebael Fadile Cebeal a li ser poşet li dijî jiyana xwezayî ye.   Di 20'ê Tebaxa 2016'an de li Taxa Beybahçe ya Dîlokê DAIŞ'ê li dijî daweta malbatek kurd êrîşeke xwekujiyê pêk anîbû. Di êrîşê de 40 jê zarok 56 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê doz hatibû vekirin û bi hinceta ewlehiyê darizandina doz li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Kayseriyê berdewam kir. Dadgehê der barê 7 bersûcan de 58 caran û der barê 1 bersûcî de jî 61 caran cezayê giran ê muebetê dabû. Heyeta dadgehê biryara bi hincet aşkere kir.  Heyetê di biryarê de diyar kir ku rola Hevjîna Emîrê DAÎŞ'ê yê Dîlokê Mehmet Kadir Cebael Fadile Cebael û Hamza Nuri Çalikuşu yê ji 18 salî biçûktir di organîzekirina komkujiyê de zêde ye.    Heyetê di biryarê de anî ziman ku Amîrê DAIŞ'ê yê Dîlokê Mehmet Kadîr Cebael di 16'ê Cotmeha 2016'an de dema bi polîsan re şer kir hatiye kuştin û Cebael ferman ji kesê bi navê "Abdurrahman" ê li Sûriye stendiye. Heyetê da zanîn ku li gorî ferman û talîmata wî tev geriya ye û çalakî pêk anîye.    HDP, KURT Û ELEWÎ KIRINE HEDEF    Heyeta dadgehê di biryarê de anî ziman ku Amîrê DAIŞ'ê Kadir Cebael talîmata fermanê bi bersûc Mehmet Şahin Ergan, Mehmet Çalikuşu, Ahmet Koşkeroglu, Ali Çalikuşu, Haci Polat, Hasan Uzun û Mehmet Karakurt ên di bin fermana wî dene re parve kirine. Qadên ku çalakiyan lê pêk bîne bêtir cihê girseyî tercîh kirine. Armac kirine ku kîn û nifrîna nava civakê zêde bikin. Ji ber vê yekê bêtir, dawet, komele, civîn, meş, xwepêşan, mîtîng, sewqîyatên eskerî, maç, bi taybetî civînên partiya siyasî HDP, elewî û kurd ku dema di civînê de bin kirine hedef. Ji bo çalakiya xwe pêk bîne cebilxane, çek û alavên lojistîkê kom kirine. Ji bo tesîra êlekê bombeya zindî yê Bersûc Ahmet Koşgeroglu, zêde bike beşên nû yên perçeyên hesin lê zêde kirine. Şexsê ku çalakiya bombeya zindî pêk bîne bi Mehmet Kadir Cebael re ti ava dan û stendinê de bû.    BOMBEYA ZINDÎ TARÎF KIRIN   Di biryarê de kesê bombeya zindî pêk anî tarif kirin û wiha got: "Mehek berîya teqînê kesê nasnameya wî ya aşkere nehat diyar kirin ê 20-25 salî û atletîk, kesê bombeya zindî biriye mala Mehmet Kadir Cebael. Ev kes nêzî mehekê li wir maye. Ev kes di vê mehê de ji aliyê Cebael ve di milê bîrdozî de hatiye perwerdekirin. Êlekê bombeya zindî li wî kiriye û diyar kiriye ku dema destên xwe bilind bike wê çalakî bêtir bi banbor be.     DEMA KOMKUJIYÊ    Dema saeta çalakiyê nêzîk bû, bersûc Alî Çalikuşu, çalakgerê bombeya zindî yê li navnîşana Cebael, ji malê hilgirt û bir nêzî cihê bûyerê û teslîmî bersûcên din ên li vir Haci Polat û Hasan Uzun kir. Bersûcan çalakger bir nêzî cihê girsê danî. Çalakger dema nêzî girsê bû hin tişt gotin û destê xwe rakirin û bombe teqandiye. Piştî teqînê bersûc Mehmet Şahîn Ergan, çû cem Mehmet Kadir Cebael û got '1 şehîd, 57 kes mirin' û encam ragihand."    FERMAN DA ZAROK    Heyeta dadgehê di biryarê de anî ziman ku zarokê kêmî 18 salî Hamza Nuri Çalıkuşu dem bi dem diçû cem bersûcan û çûye depoya 25'ê Kanûnê û li gorî fermana bersûcan tev geriya ye û bi Emîrê DAIŞ'ê Mehmet Kadir Cebael re ketiye nava dan û stendinê. Her çend Hamza Nuri Çalikuşu xiztine nava çalakiyê jî di dema bûyerê de hêj 14 sali bû. Zarok ajotine nava sûc û bi wî sûc dane kirin, Ji ber delîlên tên nehatine komkirin, biraya beraetê hatiye dayîn.    HINCETA BIRYARA BERAETA FADÎLE CEBAEL    Heyeta dadgehê biryara der barê Bersûc Fatîle Cebael de jî wiha anî ziman: "Bombeya zindî li mala wan 10 roj an jî mehekê maye. Di poşetê di çalakiyê de hatiye bikaranîn yê "Bazara Kumaş a Bursa (Bursa Kumaş Pazarı) de şopa tiliyê wê li ser hatine dîtin. Ev poşet di nava alavên teqemeniya di 11'ê Tebaxa 2016'an de hat teqandin de hatiye dîtin. Bersûc Fadîle Cebael şopa diliyê wê li ser poşetê marketa "A101" ku di bûyerê de hatiye bikar anîn hatiye dîtin. Ji ber bi Mehmet Kadir Cebael re zewicî ye, di heman malê de maye. Dîsa gotiye ji ber li malê de şopa tiliyên wê li ser poşet û alavê malê hebe jiyanek ji rêzê ye. Lê ev ne ji rêzê ye.    Bersûc Abdurrahman Alnajjar jî diyar kiriye ku ferman ji amîrê li Rakka ’Abdurrahman girtiye û di fermanê de xwestiye avahiyên HDP, otel, midûriyeta polîsan, mal û komeleyên çanda Elewiyan bikin hedef.