Çalakiya Leyla Guven di roja 163'emîn de ye 2019-04-19 10:08:28   AMED - Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di roja 163'yan de berdewam dike.   Berxwedana  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 163'yan de didome.     ÇALAKIYÊN LI GIRTÎGEHAN BERDEWAM DIKIN   Di heman demê de li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê destpê kir di roja 150'emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 124'emîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16'ê kanûna 2018'an ve dabû destpêkirin 125 roj in berdewam dike. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 50'emîn de didome.    ÇALAKIYA LI AVAHIYA  HDP'Ê JÎ DIDOME    Çalakiya Parlementerên HDP'ê Dersîm Dag a di 3'ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.    Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 103 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 95, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 103 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 52 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.    Berxwedana Îsmet Yildiz di 29'ê Adarê, Sevîcan Yaşar di 2'yê Nîsanê, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezen jî di 5'ê Nîsanê li avahiya HDP'ê ku dest pê kirin û hatin girtin, piştî hatin berdan jî li malên xwe çalakiya xwe berdewam dikin.   GIRTIYÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ  DAWÎ LI JIYANA XWE ANÎN    Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20'ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2'ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.