Derhênerên fîlmên Penaber bi temaşevanan re hatin gelhev 2019-04-19 09:44:49 ÎZMÎR - Mîhrîcana Fîlmên Penaber a Navneteweyî ku gelek çîrokên cuda yên penaberan girtiye rojeva xwe berdewam dike. Derhênerên fîlman bi temaşevanan re hatin gelhev û tecrûbeyên xwe parve kirin.  Mîhrîcana Fîlmên Penaber a Navneteweyî ya Îzmîrê dewam dike. Derhênerên di mîhrîcanê de gelek çîrokên cuda yên penaberan kirine rojeva xwe, di roja duyemîn de bi temaşevanan re hatin gelhev û tecrûbeyên xwe parve kirin. Fîlmên mîhrîcanê duh li Navenda Çanda Fransizê hat pêşandin.      Fîlmên ku bi çîrokên cuda yên penaberan hatibû amedekirin yek bi yek hatin pêşandan. Derhênerên ku fîlm amadekirin, bal dikişinin ser pirsgirêkên ku penaber dijîn û hestiyariya li hemberî penaberan.     ‘RÊWÎTIYA LÎNA  BERDEWAM DIKE’’   Yek ji fîlmên di dawiya rojê de hat pêşandan fîlmê “Misafir” ê di sala 2017’an de ji aliyê derhêner Andaç Haznedaroglu ve hatibû amadekirin bû. Di fîlmê de çîroka keçek biçûk a xizmên xwe di şerê Sûriyeyê de winda kiriye, vedibêje. Lîna ya 7 salî zaroke pir bi coşe. Roja xwe bi heval û lîstikê derbas dike. Jiyana Lîna bi şerê li Sûriyeyê rû di de ser û bin dibe. Şerê heyî ji bilî birayê wê biçûk, hemû malbata wê ji wê digire. Cîrana malbat wê Meryem, Lîna û birayê wê, digirin ba xwe û biryar dide ku ji nava şerê heyî derbikeve. Di dest pê kê de ev rêwîtî ji bo Lîna pir keyfxweş derbas dibe, lê ligel vê jî dixwaze dîsan vegere mala xwe. Haznedaroglû yê beşdarî mîhrîcanê bû, diyar kir ku wî xwestiye bi vê fîlmê peyama dema rojekê mirov neçar bimînin ku penaber bibin gelo dê çibikin? bide derdorê.   Bernameya mîhrîcanê ya îro wiha ye:    12.00: Transit 14.00: Mr. Gay Syria 15.30: Medulla Oblangata 16.00: Ayriligin Yurdu Huzun 17.20: Yeni Bir Yurt Edinmek 19.00: STYX