Qeyûmê Cizîrê qaseya şaredariyê xistibû xizmeta qeymeqam û eskeran 2019-04-19 09:18:34 ŞIRNEX – Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Cizîrê, beriya hilbijartinê bi çend rojan mobîlya, amûrên paqijî û kirtasiyeyê yên odeya xwe ya qeymeqamtiyê hemû bi budçeya şaredariyê nû kirine û amûrên berberxaneya li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê jî ji qaseya şaredariyê kiriye.  Di hilbijartina 31'ê Adarê de li Cizîra Şirnexê HDP'ê 77.4 ji sedî deng girtin û şaredarî bi dest xist. Lê belê qeyûmê ku tayînî şaredariyê hatibû kirin, 220 milyon û 793 hezalîre deyn xistiye stuyê şaredariyê. Her wiha ji xeynî van deynan, qeyûm gelek mal û milkên şaredariyê jî dewrî hin saziyan kiriye û beriya hilbijartinê bi çend rojan mobîlya, amûrên paqijî û kirtasiyeyê yên odeya xwe ya qeymeqamtiyê hemû bi budçeya şaredariyê nû kirine û her wiha amûrên bernerxaneya li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê jî ji qaseya şaredariyê kiriye.    Mal û milkên şaredariyê yên hatine dewrkirin û ji qaseya şaredariyê tiştên ji bo saziyên din hatine kirîn ev in:    " * Di 8'ê Çileya 2019'an de, ji kaseya şaredariyê ji bo Qeymeqamtiya Cizîrê wênekêşek, flaşek, karteke ûltra ya 32 GB, kontakeke lensê û çenteyek hatiye kirîn.    * Di 4'ê Sibata 2019'an de, 18 heb bîlbordên bilde, megalîghtek û 18 tabeleyên reklamê miftî belaş dewrî Qeymeqamtiya Cizîrê hatine kirin.    * Di 4'ê Sibata 2019'an de, Qesra Mehmet Axa dewrî Qeymeqamtiya Cizîrê hat kirin.    * Di 4'ê Sibata 2019'an de, ji bo jeneratora avahiya qeymeqamtiyê bi hezar û 500 lîreyî sotemenî û 10 ton fuel oil hatiye kirîn.    * Di 4'ê Sibata 2019'an de, ji bo Midûriyeta Malî 2 heb amûrên nivîsê yên bi marka canon û amûreke nivîsê ua lazerî ya bi marka LEXMARK hatiye kirîn.    * Di 4'ê Sibata 2019'an de amûrên kirtasiyeyê yên qeymeqamtiyê hatine kirîn; 500 top kaxezên A4, 350 heb klasor, 50 pakêt dosyeyên bitêl ên şîn, 250 heb pênû, 100 hem pênûsên îmzeyan, 20 heb sumenên îmzeyê, 20 heb dosyeyên naylon, 2 hezar zerfên nameyan, 2 hezar zerfên nîvçe, hear û 500 heb zerfên A4 û hezar heb zerfên A3.    * Di 4'ê Sibata 2019'an de ji bo midirûyeta emniyetê ya navçeyê 3 pompayên sîrkulasiyonê, 10 heb vana, 50 heb vîde û buxrî û hatine kirîn û tamîrata hîdrofolên avê hatiye kirin.    * Di 4'ê Sibata 2019'an de ji bo nexweşxaneya ku dê li ser xeta sînro bê çêkirin 10 heb sobeyên ceryanê, 20 mase û 80 sandalye hatine kirîn.    * Di 4'ê Sibata 2019'an de, wesayîteke emniyetê ji budçeya şaredariyê hatiye tamîrkirin.    * Di 8'ê Sibatê de, ji budçeya şaredariyê eywana sporê ya emniyetê hatiye boyaxkirin, banê wê hatiye çêkirin.    * Di 4'ê Adara 2019'an de malzemeyên berberxaneya Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê hatine kirîn.    * Di 4'ê Adara 2019'an de ji bo qeymeqamtiyê makîneyeke fotokopiyê ya A3-A4 hatiye kirîn.    * Di 4'ê Adara 2019'an de ji bo qeymeqamtiyê amûrên paqijiyê hatine kirîn.    * Di 4'ê Adarê de, ji bo qeymeqamtiyê hezar heb çenteyên kaxez hatine kirîn.    * Di 8'ê Adarê de ji budçeya şaredariyê odeya meqamê ya qeyeqamtiyê hatiye boyaxkirin. Amûrên wê yên germkirinê hatine tamîrkirin.    * Di 8'ê Adarê de, mobîlyayên odeya meqamê ya qeymeqamtiyê ji budçeya şaredariyê hatin kirîn.    * Di 8'ê Adarê de, li "Seyrî Teras" a li Taxa Cûdiyê dewrî xezîneyê hat kirin.