Ku AYM biryara binpêkirinê bide, dibe YSK biryara têkildarî KHK'iyan rast bike 2019-04-19 09:17:59 AMED - Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar, diyar dike ku ger AYM, der barê biryara YSK'ê ya nedayîna mazbatayan de biryara "binpêkirinê" bide, dibe ku rewşa heyî biguhere.    Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar, biryara Desteya Hilbijartina Bilind (YSK) ku mazbata neda şaredar û endamên meclîsê yên bi KHK'yan hatine îxrackirin, nirxand Aktar, diyar kir ku YSK'ê pêşî li Meletiyê mazbataya kesê ku berê bi KHK'ê hatibû îxrackirin û paşê bû keya betal kiriye û ji bo xwe sedemek afirandiye. Aktar, got: "YSK, bi vê yekê ji xwe re sedmek ku di qanûnê de tune ye afirand. Tu hêleke wê ay qanûnî tune ye. Dikaribû çi bike. Dikaribû mazbatayê bide, lê paşê serokatiya wî betal bikirana. Wexta wisa bûna, di qanûnê de diyar e û qanûn dibêje eger serokatiya kesekî bê betalkirin, ji endamên meclîsa şaredariyê kesek tê hilbijartin. Biryara YSK'ê tenê ne li dijî hiqûq û qanûnê ye, her wiha tu meşrûyetiya wê jî tune ye. Biryara YSK, tê wateya nehesibandina vîna civakê."    WELATIYÊN MAFÊN WAN HATINE BINPÊKIRIN JÎ DIKARIN SERÎ LI AYM'Ê BIDIN    Aktar, bilêv kir ku biryarên YSK'ê biryarên teqez in û got: "Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) serlêdanên şexsî qebûl dike. Serlêdanên şexsî ji bo biryarênd arazê derbasdar in. Binpêkirina mafan heye, belê heye. Mafê hilbijartin û bijatinê hatiye binpêkirin. Ev yek tenê ne ji bo serokê ku mazbataya wî hatiye betalkirin, kesên din û welatî jî dikarin bi awayekî şexsî serlêdanê pêk bînin. Çimkî mafê azadiya hilbijartinê hatiye binpêkirin. Divê ev yek bê bikaranîn."    Aktar, anî ziman ku ger AYM diyar bike ku li holê binêkirina mafan heye, dibe ku ev bibe sedema îadekirinê û biryar bê sererastkirin. Aktar, got: "Hem biryarên AYM, hem jî biryarên DMME'yê, qanûnên dadgeha cezayê an jî dadgeha hiqûqê sedema îadeyê ya darizandinê ne. Ev yek dibe ku ji bo vê jî pêk bê. Li hol binpêkirinek heye û hûn ji bo vê serî lê didin û hûn dixwazin biryara hatiye dayîn bê nirxandin. Wê çaxê wê biryara heyî betal bike û mazbatayê bide. An jî dikare bêje; mafê kesekî KHK'î tune ye ku bibe şaredar. Wê çaxê wê meclîsa şaredariyê di nav xwe de şaredarekî hilbijêr e."