Di erdhejê de zêdeyî 300 kes mirin 2017-11-13 15:16:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di erdheja li Silêmanî û Kirmanşahê de jiyana xwe ji dest dan her ku diçe zêde dibe. Li gorî ÎRNA'yê heta niha 341 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 hezar kes birîndar bûn. Li gorî Rêveberiya Qirîzê ya Îranê jî 328 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Di 12'ê Mijdarê de li Silêmaniyê Erdheja hêza wê 7.3 pêl pêk hat. Piştî erdhej pêk hat bi sedan xanî xera bûn. Hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn her diçe zêde dibe. Li gorî agahiyên ajansa fermî ya Îranê, IRNA'yê Saziya Pizişkî ya Îranê ragihand ku di rewaş dawî ya erdheja ku şeva borî li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Îranê de rûda, li Îranê hejmara kesên di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest daye gihîştiye 341'an. Hejmara birîndaran jî gihîştiye 4 hezar kesan. Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) têkildarî erdhejê daxuyanî da û wiha got: Li Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 330 kesan, li Başûrê Kurdistanê jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Rojhilatê Kurdistanê ji zêdetirî 2600 kes, li Başûrê Kurdistanê jî ji zêdetirî 300 kes birîndar bûne." PAK'ê sersaxî ji malbatan re xwest.    BEHMAN SAÎDÎ: 328 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Berdevkê Teşkîlata Rêveberiya Krîzê ya Îranê Behnam Saidî jî têkildarî erdhejê daxuyanî da û diyar kir ku li gorî agahiyên dawî gihiştin destê wî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane 328 kes in. Saidî, li gorî herêman kesên jiyana xwe ji dest dane jî wiha rêz kir: "Li Kirmanşahê 10 li Javanrudê 3, li Dalahuyê 14 li Serpol Zahapê 236, li Salas Babacaniyê 15, li Îslamabad-î Garpê 22 û li Qesrî Şîrînê 28  kesan jiyana xwe ji dest dane.    MASA KRÎZÊ: LI EYALETA KIRMANŞAHÊ 328 KES MIRIN   Maseya krîzê ku piştî rûdana erdhejê li Kirmanşahê hate avakirin, li ser rewşa dawî daxuyaniye da. Maseya krîzê ragihand ku li eyaleta Kirmanşahê, li bajar, navçe û gundên wê 328 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî gihîştiye 2 hezar û 530 kesî. Saziya Tipa Edlî ya Kirmanşanê jî danê sibehê diyar kir ku hejmara miriyan 207 e, ya birîndaran jî 1.700 derbas kiriye. Saziya Tipa Edlî ya Kirmanşanê ragihand li Serpol Zahabê 142, li Îslamabad Xerbê 22, li Salasî Bawercanî 15, li Kerengî Xerbê 14 û li Qesrî Şîrîn jî 14 cenaze hatine dîtin.   Erdheja bi dijwariya 7.3 pileyî li bajarê û navçeyên Qesrî Şîrîn, Serpol Zahab, Ciwanro, Salasî, Bawecanî, Îslamabad Xerb û Kerendî Xerbê rê li ber zerareke mezin vekir.   Ji gelek gundên li Kirmanşanê agahî nayê girtin. Her ku agahî ji gundekî tê girtin, bîlanço jî giran dibe. Piştî rûdana erdhejê zêdeyî 100 hezar kes duh bi şev li derve man.   Ji ber felaketa erdhejê, li Kirmanşanê 3 rojan şîn hate ragihandin.