Qeyûm camên gule derbas nakin xistine şibakeyên odeya xwe 2019-04-19 09:15:51 SÊRT - Derket holê ku qeyûm Ceyhûn Taşkin ê tayînî Şaredariya Sêrtê hatibû kirin, camên gule derbas nakin xistibûn şibakeyên odeya xwe û odeya midûrê nivîsgehê.    Di sala 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hatibû kirin. Wezareta Karên Navxweyî, Ceyhûn Dilşad Taşkin wekî qeyûm tayîn kiribû. Taşkin, piştî hat tayînkirin ji bo xwe û ji bo midûrê nivîsgehê du odeyên taybet çêkirin.  Taşkin, li paceyên her du odeyan camên ku gule di wan re derbas nabin bi cih kirin. Ji bo her du odeyan 5 camên ku ebata wan 9 metrekare ne û gule di wan re naçin çêkirin. Ev cam bi 58 hezar û 410 lîreyî hatin çêkirin. Hevşaredara nû ya Sêrtê Berîvan Helen Işik, got: "Em ê pêşî wan camên gule derbas nakin rakin."