Gelê Wanê: Kesên bi ser neketin ne 'şaredarên' me ne 2019-04-19 09:15:14 WAN - Piştî YSK'ê daxuyand ku ew ê mazbatayê nedin kesên bi KHK'yan hatine îexrackirin, şaredariya Tûşba, Artemêtan û Ebexê ku HDP'ê bi dest xistibû radestî namzetên AKP'î hatin kirin. Waniyan bertek nîşanî vê yekê da û gotin, ew ê evan kesan wekî "şaredar" nehesibînin.  Di hilbijartina 31'ê Adarê de ji ber namzetê HDP'ê yê navçeya Rezan a Amedê, Tatos a Erziromê, Bazarcixa Dîgor a Qersê, Tûşba, Artemmêtan û Ebex a Wanê KHK'î bûn, YSK'ê li şûna wan mazbata dan namzetên AKP'î. Waniyan bertek nîşanî vê biryara YSK'ê dan û gotin, ew ê evan kesan wekî "şaredar" nehesibînin.   ‘EGER MISILMAN BIN DIVÊ LI WIR RÛNENÊN'    Kerîm Omak ku li navçeya Tûşbayê dijî, diyar kir ku ya hatiye kirin heqaret e û got: "Mafê gel dixwin. Eger misilman bin wê li ser wan qoltixan rûnenên. Li Gewaş, Payîzavayê AKP bi ser ketiye, nexwe heq kiriye ku bi ketiye. Lê li Artemêtan, Tûşba û Çildiranê heq nekiriye. Ya hat kirin zilm e."    ‘NE ŞAREDAR IN'    Lutfî Şeber jî, diyar kir ku ew ê ji evan kesên heq nekirine nebêjin "şaredar" û got: "Me deng dbe kê û kî bi ser ketibe ew şaredaarên me ne."    Yilmaz Şeber jî destnîşan kir ku ya hatiye kirin zorbetî ye û got: "Ji ber her tişt di destêw an de ye, bi darê zorê şaredariyên HDP'ê jî xistin destê xwe." Şeber, bilêv kir ku kesên niha li ser wan qoltixan rûniştine ne şaredar in, ji ber ku nehatine hilbijartin.    Medenî Ayik jî, bal kişand ser biryara YSK'ê û xwest YSK demildest dev ji vê şaşiyê berde.    Cengîz Yelî, bilêv kir ku di navberê de 10 hezar deng hene û got: "Bi kîjan aqilî diçin li ser wan qoltixan rûdinên. Em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin demildest mazbataya şaredarên me bidin. Ne heyfa Wanê. Şaredarek bi dagirkirina qoltixekê nikare ji bo vî gelî xizmetê bike. Divê mazbatayê bidin kesên heq kirine."    ‘EM QEBÛL NAKIN'    Ridvan Guneş jî got: "AKP'iyên ji dêvla şaredarên wan mazbata girtine, ne vîna me ne, ne şaredarê me ne. Em wan nas nakin. Ev xespkirina îradeyê ye. Em vê biryarê qebûl nakin. Em van kesan nas nakin."