‘Bi hezaran girtî 50 roj in birçî ne' 2019-04-19 09:14:37   DÎLOK – Birayê Îsmaîl Çevîk ê 28 salî Huseyîn Çevîk bertek nîşanî bêdengiya li dijî tecrîdê da û got: "Bi hezaran girtî 50 roj in ji bo aştiyê birçî ne."  Li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê Îsmaîl Çevîk ê 28 salî ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye. Çevîk, 10 sal in girtiye.  Birayê wî Huseyîn Çevîk ku got, "50 roj in bi hezaran girtî ji bo aştiyê birçî ne", xwest hikûmet rojek berî rojekê gavina bavêje.  Çevîk, diyar kir ku daxwaza birayê wî daxwaza wan e jî û got: "Em naxwazin tu kes jî bimire, em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Ev girêk divê rojek berî rojekê bê vekirin û tecrîd bi dawî bibe."    Çevik, bang li rayedarên hikûmetê kir û got: "Bila xwe têxin şûna malbatên çalakgeran. Hela bê wê ji bêdengiya xwe şerm bikin an na? Eger çena heysiyet, çena wijdanê bi wan re hebe wê rê li ber vê êşê, vê keserê bigirin. Tenê ne birçîbûna birayê xwe, ez birçîbûnê hemû girtiyên di greva birçîbûnê de hîs dikim."    XWARIN DI QIRIKÊ RE NAÇE XWAR   Dayik Emîne Çevîk jî anî ziman ku ji roja kurê wê dest bi greva birçîbûnê kiriye, xwarin di qirika wê re naçe xwar û got: "Tim tê xewna min. Wî dibînim. Em aştî, azadiyê dixwazin. Em mirinê naxwazin. Ev yek me diêşîne. Hêvîdar im di nêz de çalakî bigihê armanca xwe."