Ji ber televîzyonê ranabe 2019-04-19 09:14:02   DÎLOK – Dayika Osman Bozkûrt ê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye Emîne Bozkûrt, ji bo agahiya bidawîbûna tecrîdê bibihîse ji ber televîzyonê ranebe.  Li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê, yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, Osman Bozkûrt e. Bozkûrt, ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Bozkûrt, di sala 2016'an de dema qedexeya derketina derve ya Nisêbîna Mêrdînê hat binçavkirin û paşre hat girtin. Di dema qedexeyê de şerapnelek lê ket û çavê wî yê rastê kor bûye. Niha ji ber nayê tedawîkirin, çavê wî yê din jî li ber korbûnê ye.  Dayika wî Emîne Bozkûrt jî ji bo agahiya der barê bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibihîse, her dem li ber televîzyonê ye. Dayik Bozkûrt, anî ziman ku bi mehan e hikûmetê tu gav neavêtine û got: "Li girtîgehan komek ciwan dawî li jiyana xwe anî. Hinan jê agir berda bendena xwe. Bi hezaran jî di greva birçîbûnê de ne. Dewlet li benda çî ye? Ma nabîne?"    Bozkûrt, bilêv kir ku ji ber rewşa aborî nikare tim biçe girtîgehê loma tenê bi telefonê bi kurê xwe re diaxive. Bozkûrt, got: "Pir li ber diekvim. Êdî em nizanin em ê derdê xwe ji kê re bibên. Bi şev û biroj li ber televîzyonê me. Li benda xebereke xêrê me. Tim nûçeyan guhdar dikim. Kurê min got, 'heta tecrd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike.'"    'BI BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ WÊ AŞTÎ ÇÊBIBE'    Bozkûrt, got: "Eger mirina çalakgeran ne bi dilê dewletê bûna, niha ji zû de gav avêtibû. Her tişt li be rçava ye. Dewlet her tiştî dibîne. Ev pêvajo ne nû ye, bi mehan e çalakiyên greva birçîbûnê didomin. Lê hîn jî tiştek nehatiye kirin. Tu gav nehatine avêtin. Divê parêzer û malbat bikaribin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re çêbikin. Divê ev tecrîd rojek berî rojekê bi dawî bibe. Bila tecrîd bi dawî bibe da aştî çêbibe. Heta tecrîd ranebe wê greva dewam bikin. Ez destekê didim biryara kurê xwe. Em tenê aştiyê dixwazin, ne per, ne mal û milk. Eger tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe wê aştî bê."