Girtîgeha Kirikkaleyê vîtamînan nadin girtiyan 2019-04-19 09:13:25 COLEMÊRG - Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê êdî vîtamînan nadin girtiyên di greva birçîbûnê de. Îsmet Akin ku 115 roj in di greva birçîbûnê de bi telefonê li dayika xwe geriya û got: "Ji ber siheta min nebaş e, nikar im razêm."    Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê ji 44 girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, yek jê Îsmet Akin e. Akin ê 40 salî ji gundê Gulord ê Gevera Colemêrgê ye, ji 23'yê Sibata 2012'an ve girtiye û ji 16'ê Kanûna 2018'an ve jî di greva birçîbûnê de ye. Her wiha Akin, di sala 2012'an de jî ketiye greva birçîbûnê.    Akin, di 15'ê Nîsanê de bi telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku îdareya girtîgehê hew vîtamînan dide wan. Akin, ku wexta hat binçavkirin hat îşkencekirin û birîn di canê wî de çêbûn, bilêv kir ku niha dîsa xwîn ji birînên wî tên, lê belê çi dibe bila bibe heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiay wan dewam bike.    VÎTAMÎNAN NADIN   Dayika wî Tere Akin, xwest daxwaza girtiyan demildest bê qebûlkirin. Akin, got: "Ji 14 zarokên min yek jê Îsmet e. Li erdnîgariya me tim zilm û tahde heye. Di salên 90'î de dewletê gundê me vala kir û em mecbûr man biçin gundê Befircanê. Kurê min şahidê van zext ûz oriyan e. Ji ber van zilm û zoriyan tev li nav refê PKK'ê bû. Niha jî li dijî tecrîdê bêhiqûqî bedena xwe ya birîndar daye ber mirinê. Her ku deriyê me lê dikeve ez dibêm qey xebera mirina wî hatiye. Her diçe birînên wî xedartir dibin. Ji me re dibêje ,'ez baş im.' Naxwaze em li ber bikevin. Ev qas mirin di greva birçîbûnê de ne, lê tu dibê qey wijdanê civakê riziyaye. Ev bêdengî nayêq ebûlkirin. Divê em bibin dengê daxwaza van mirovan. Êdî bes e."    Dayik Akin, diyar kir ku kurê wê gotiye: "Niha hew vîtamînan didin me. Çavê min tê girtin. Gêja min diçe. Hestiyên min diêşin. Ji ber tiştên avî kêm vedixwim xwîn ji birîna li nava min tê. Ji ber birînên xwe nikarim rakevim."