Sûat Okûrê di greva birçîbûnê de xwîn vedireşe 2019-04-19 09:13:06 MÊRSÎN - Xwişka Sûat Okûr ê ji 16'ê Çileyê ve li dijî tecrdê di greva birçîbûnê de ye Zeynep Tekîn, diyar kir ku birayê wê êdî xwîn verdişe û bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê û mirinê tev bigerin.  Li Girtîgeha Jimare 3'yan a Tarsûsê ji girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di grevê de ye, yek jî Sûat Okûr ê 28 salî ye. Okûr, ji 16'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.  Xwişka Suat Zeynep Tekîn a di 16'ê Nîsanê de çû girtîgehê û birayê xwe dît, diyar kir ku rewşa birayê wê û girtiyên her diçe xirabtir dibe. Tekîn, bilêv kir ku tansiyona girtiyan tim dikeve û ji ber vê ji ser hişê xwe diçin. Tekîn, anî ziman ku tim xwîn ji devê birayê wê tê û got: "Birayê min êdî nikare li xwe binere. Ji 80 kîloyî daketiye 59 kîloyan. 20 girtî di grevê de ne. Hema bêje hemû zihîf bûne."    MUDAXILEYA TIBÎ QEBÛL NEKIR    Tekîn, bilêv kir ku çend roj berê rewşa birayê wî nebaş bûye û ji ber vê wî rakirine nexweşxaneyê, lê belê birayê wî mudaxileya tibî qebûl nekiriye û wî dîsa birine girtîgehê. Tekîn, diyar kir ku birayê wê gotiye: "Bedêl çi dibe bila bibe, heta tecrîd bi dawî nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Em ê li ber xwe bidin. Divê di serî de dayik û bi giştî her kes rabe ser piya. Ancax em bi vî awayî dikarin tecrîdê bişikînin."    Tekîn, anî ziman ku piştî hevdîtinê xizmên girtiyan hemû li ber dîwaraê girtîgehê giriyane û got: "Divê êdî her kes rabe ser piya. Em mirinê naxwazin. Em naxwazin ji girtîgehan tabût derkevin."