Tirkiye di qada abori de di nava 62 welatan de di rêza 58'an de ye 2019-04-18 19:19:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Weşanê ya Amerîka Bloomberg, diyar kir ku li gorî Endesta Sefaletê Tirkiye di nava 62 welatan de di rêza 58'emîn de ye.    Saziya Weşanê ya Amerîka Bloomberg, li gorî Endesta Sefaletê rewşa aboriya 62 welatan aşkere kir. Bloomberg, anî ziman ku Tirkiye di nava 62 welatan de di rêza 58'emîn de ye. Tirkiye piştî Efrîqaya Başûr ji rêzên dawî de di rêza çaran de ye.  Venezuela di rêjeya Enflasyonê de welatê yekemîn e. Piştre welatên Arjantin, Efrîqaya Başûr Tirkiye tê. Tirkiye, li gorî hesabê 2018'an ê enflasyon û betaliyê li gorî  endekste sala berê bi 26,8 puanan ket rêza çaremîn. Li gorî endeksa Bloombergê Tirkiye di nava welatê herî xerab de cih digire.