Malbatan li pêş Girtîgeha Bûrsa daxuyanî dan: Mirina zarokên me temaşe nekin 2019-04-18 19:01:42   BÛRSA - Malbatên girtiyan li pêş Girtîgeha Tîpa H a Bursayê ji bo balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de daxuyanî dan û bang li sazîyên demokratîk û raya giştî kirin ku mirina zarokên wan temaşe nekin û gavan bavêjin.    Malbatên girtiyan, bi armanca piştgiriyê bidin girtiyan û balê bikişînin ser daxwazên wan li pêş Girtîgeha Tîpa H a Bursayê daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatan bang li sazîyên demokratîk û raya giştî kirin ku mirina zarokên wan temaşe nekin û gavan bavêjin. Li ser navê malbatan Yagmur Koyun daxuyanî da û wiha got: "Li Girtîgeha tîpa H a Bursa 11 zarokên me bi armanca piştgiriyê bidin daxwaza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji 28'ê Kanûna 2018'an ve tam 111 roj in di greva birçîbûnê de ne. Niha hem li dervê welat û hem jî li girtîgehan bi hezaran girtî bi heman armancê di greva birçîbûnê de ne. Îro mirovên di grevê de hatine sînorê mirinê. Lê hêj li derve li mirina wan temaşe dikin. Daxwazên girtiyan li gorî qanûnên Tirkiye û peymanên navneteweyî hatine parastin û mîzogerkirin. Divê mafê hevditina Ocalan ên bi malbat û parêzeran re bê paratin.  Ev mafê zagonî divê ji bo her kesî bê qebûlkirin û têxin meryetê. Lê rêxistinên navneteweyî û rayedarên Tirkiye li mirina zarokên me tamaşe dikin. Dibe her kêliyê cenaze ji girtîgehan derkevin. Êdî bes e. Êdî tu tehamula me nemaye. Divê her kes vê yekê bibe. Divê decrîd bi dawî bibe û daxwazên girtiyan pêk bên."