Malbatên li ber Girtîgeha Gebzeyê: Em naxwazin tabût derkevin 2019-04-18 17:28:23   STENBOL - Çalakiya nobetê ya malbatan a li ber Girtîgeha Tîpa M a Jina ya Gebzeyê di roja 10'an de didome. Malbatan got: "Heta tecrîd bi dawî nebe em ê li vira bin. Eger em li vira nesekinin wê ji girtîgehan tabût derkevin. Em naxwazin tabût ji girtîgehan derkevin."    Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di 9'ê Nîsanê de li ber Girtîgeha Tîpa M a Jina ya Gebzeyê dan destpêkirin, di roja 10'an de didome. Welatiyên ji bo piştgiriyê bidin çalakiyê ji Stenbolê hatin, polîsan rêyaa wan birî û nasnameya wan kontrol kirin.    Parlementerên HDP'ê Serpîl Kemalbay, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Zuleyha Gulum û Şevîm Coşkûn jî di nav de gelek kes tev li nobetê bûn.    Girseya ku gihaşt ber Girtîgeha Tîpa M a Jina ya Gebzeyê, polîsan pêşiya wê birî. Polîsan diyar kir ku biryar biryara walîtiyê ye. Li ser vê Parlementer Taşdemîr bertek nîşan da û got: "Hûn qanûnê bin pê dikin." Polîsan jî ji taşdemîrê re got: "Em dewletê temsîl dikin." Piştî munaqişeyeke kin, tenê destûra malbatan hat dayîn û malbatan çalakiya rûniştinê li dar xist.    Li ser navê çalakgeran ahtîce Soyler axivî. Soyle, diyar kir ku ew ê her roj nobetê bigirin û got: "Heta tecrîd bi dawî nebe em ê li vira bin. Eger em li vira nesekinin wê ji girtîgehan tabût derkevin. Em naxwazin tabût ji girtîgehan derkevin."