Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 3 parvekirinên sembolîk 2019-04-18 14:39:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ku nû vekir, piştî dawî li rêveberiya qeyûm anî, bal kişan ser sê bûyerên girîng ên sembolîk.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qezenc kir û dawî li rêveberiya qeyûmê AKP’ê tayîn kir Cûmalî Atîlla anî, hesabê Twîterê vekir û parvekirinên yekemîn kir. Şaredariyê di parvekirinên kirin de, li ser 3 bûyerên dîrokî yên sembolîk ku xwedî girîngiyek mezin e rawestiya.   Şaredariyê bi zimanên Kurdî û Tirkî bal kişand ser girtina Hevşaredarên DBP’ê Gultan Kişanak û Firat Anli û tayînkirina qeyûm a şaredariyê.   Parvekirinên  şaredariyê wiha ne:   *"1’ê Mijdar 2016..." Qayim avêtin ser vîna gel.   *"25’ê Kewçêr 2016" Vîna gel hat desteserkirin   *“16 Nîsanê 2019..." Pereng Ket ser Vîna Gel…