Girtiyê nexweş Babaoglu emeleyat bû 2017-11-13 14:44:35 ÎZMÎR - Girtiyê bi navê Burhan Babaoglu 26 sal e di girtîgehê de ye, ji bo emelyatê cara duyemîn rakiribûn nexweşxaneyê, lê wî emelyat red kiribû. Hat diyarkirin ku Babaoglu, ji medulla spînalîsê emelyat bûye. Girtiyê nexweş Burhan Babaoglu yê li Girtîgeha Tîpa L a Kampusa Balikesîrê tê girtin û cezayê heta hetayê girtiye, ji ber zextên derûnî berê emelyata mesulla spînalîsê (emelyata tumura movikan) red kiribû. Babaoglu 26 sal e di girtîgehê de ye, bi hewldana malbat û girtiyan herî dawî emelyat bû. Babaoglu rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Katîp Çelebî ya Îzmîrê, bi mudaxaleya cerrahî tumura di movikên wî de girtin. Babaoglu piştî emelyatê girtin odeya girtiyan, hat gotin ku emelyata wî baş derbas bûye.   ‘BILA SERBEST BÊ BERDAN’    Birayê Babaoglu Îrfan Babaoglu aşkera kir ku rewşa kekê wî baş e û wiha got: "Piştî dermankirinê ji bo kekê min bê berdan em ê serlêdanê bikin, ji bo piştgiriyên raya giştî jî em spasiyên xwe dikin."   Babaoglu di 14'ê Cotmehê de rakiribûn nexweşxaneyê ji ber ku refaqatî nedabûnê û ew di beşa kesên girtî de girtibûn, ji ber vê aşkera kiribû ku ew xwe di bin zextan de hîs dike û emelyat red kiribû. Li ser vê Babaoglu şandin Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklarê, malbat û girtiyan ew îqna kiribû.