Rêveberê ESP’ê yê hat revandin û îşkence kirin: Emê xwedî grevên birçîbûnê derkevin 2019-04-18 14:02:02 STENBOL - Serokê ESP’ê yê Navçeya Ataşhîr Serhat Demîrtaş ê polîsan çewal xistin serê wî, revandin û îşkence kirin, diyar kir ku ji ber piştgiriyê didin grevên birçîbûnê hat revadin û got: “Dê bi van zextan nekarin me bi tirsînin.”   Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ya Stenbolê, derbarê kesên rûpûş ên Serokê wan ê Navçeya Ataşehîr Serhat Demîrtaş revandin, ji derveyî fermiyetê binçav kirin û îşkence kirin li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.     Hevberdevkê Partiya Çep a Kes ê Bajêr Emre Pekgonenç û endamê Desteya Rêveber a Partiya Avakirina Ji Nû Sosyalîzmê yê Stenbolê Nîhayet Guzel beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama Meclîsa Jinan a Sosyalîst Ezgî Bahçeçî daxuyanî da û bal kişand ser grevên birçîbûnê. Ezgî, diyar kir ku daxwaza rakirina  tecrîdê mafek meşrûye û wiha axivî: “Daxwaza di vê tecrîd rabe çawan ku nayê pêşwazî kirin, wisan jî êrîşî hêzên piştgiriyê didin vê daxwazê dikin. Medya hewzê bi sansurê bûye hevkarê polîtîkayên tecrîdê. Kesên ji bo daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê bên bi cih anîn derdikevin koçeyan û mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin, rastî pêkanînên ne hiqûqî tên.”   Ezgî, da zanîn ku roja Duşemê wan li Kadikoyê meşek pêk anîn û wiha got: “Çi dema ku meşa me qediya polîsan bêyî ku hişyarî bidin êrîş kirin. Polîsan di êrîşê de 7 rêhevalên me binçav kirin û dûre serbest berdan. Dîsan şevê din Serokê me yê Navçeya Ataşhîr Serhat Demîrtaş dema diçû mala malbata xwe ya li Esenlerê, kesên rûpûş pêşiya wî girtin, çewal xistin serê wî, li wesayîteke plakaya wê tune siwar kirin û birin cihek nayê zanîn. Demîrtaş li vê derê bi saetan bi hêsin ve tê kelepçekirin, îşkencê lê tê kirin û bi dehan car serê wî nûqî avê dikin û derdixin. Kesên Serhat Demîrtaş tehdît kirin, jê re  gotin ‘Hûnê nekevin grevên birçîbûnê .’ Em vê binçavkirina ne hiqûqû û ji derveyî fermiyetê qebûl nakin. Bi awayekê kontrawarî rêveberekê partiyek siyasî li kolanê revandin û bi saetan îşkence kirin sûçe. Têkoşîna li dijî tecrîdê bi rêve birin qanûnî û meşrû ye. A rastin di polîtîkayên tecrîdê de israrkirin sûc û ne meşrû ye.”   Ezgî, da zanîn ku Serhat Demîrtaş, derbarê bûyerê  de serî li ÎHD’ê da û wiha bilêv kir: “Hevalê me dê serlêdana sûc bike. Ji vir û şûn de tiştên bên serê kesên li dijî tecrîdê têdikoşin, polîs û saziyên dewletê berpirsiyarin.”   ‘EMÊ TESLÎMÎ ZEXTAN NEBIN’   Serhat Demîrtaş jî, axivî û wiha got: “Em şoreşger tim rastî êrîşên wiha tên. Encex bi rakirina tecrîdê û xwedî derketina Leyla Guven ev êrîş bi dawî bibin. Xwedî derketina çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê dene meşrû ye. Tecrîd li dijî hiqûqê ye. Tişta ne meşrû revandina min, kesên duh parlementera me derp kirin û dayikên li ber Gebzê binçav kirine. Emê xebatên xwe yên şoreşger bi zanebûn berdewam bikin. emê teslîmî zextan nebin.”   Huseyîn Îldan jî, li ser navê Rêxistina ESP’ê ya Stenbolê jî axaftinek kurt kir û got: “Li hemberê rêveberiyên me, nêzîkatiyek taybet heye. Ligel hemû zexta û êrîşan jî emê têkoşîna xwe ya di vê pêvajoyê de mezin bikin.”   Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî, diyar kir ku ev demek dirêje, pêkanînên revandin û gef xwarinê pir zêde bûne. Yolarî, da zanîn ku wan ev tespîtên xwe kirin rapor û wiha got: “Binçavkirinên li dijî hiqûqê û îşkence teqez nayên qebûl kirin.”