Li Edeneyê 11 kes hatin berdan 2019-04-18 13:54:49   EDENE – Li Edeneyê 11 kesên bi hêceta parvekirinên medya civakî hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Li Edeneyê di 16’ê Nîsanê de 11 kes bi îdaya “Propaganda rêxistinê kirine” hatibûn binçavkirin kar û barên wan ên li emniyetê temam bûn. 11 kesên derxistin Dadgeha Edeneyê piştî îfadeyên wan hat girtin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.