Dîmenên Midûriyeta Polîsan jî Walîtiya Amedê derewand 2019-04-18 12:01:35 AMED - Dîmenên Midûriyetae Polîsan a Amedê, daxuyaniya Walîtiya Amedê ya der barê kuştina Recep Hantaş de derewand. Walîtiya Amedê berî dozgerî lêpirsînê bide destpêkirin bi lez û bez daxuyanî da û gotibû "Li hişyariya polîsan a 'Raweste' guhdar nekir û hat kuştin." Piştî Midûriyeta Polîsan dîmenên heyî vekir, hat dîtin ku piştî polîs gule berda Hantaş, Hantaş reviya ye û polîs K.B. li pişt wî gule berdaye wî.    Polîsan li Parka Sumer a Yenîşehîra Amedê di 14'ê Nîsanê de Recep Hantaş kuşt û walîtiya Amedê bêyi lêpirsîn bê destpêkirin daxuyanî da. Walîtiyê bi lez û bez diyar kir ku "Li hişyariya polîsan a 'Raweste' guhdar nekiriye" Walitiyê piştre diyar kir ku "Li gorî daneyên edliyê navê Hantaş di bûyerên diziyê re derbas dibe'"    Yekîneyên Şaxa Asayişê ya Polîsan a Amedê, dîmenên aydî kameraya Pergala Rêveberiya Ewlehiya Bajar (KGYS) lêkolîn kir û li dosyayê zêde kir. Di kameraya kodê 054G de dînenê kuştina Hantaş pir zelal tê dîtin. Dîmenên hatiye kişandin û temaşekirin, daxuyaniya walîtiya Amedê diderewîne. Di dîmenê de "saet di 03.19:45’an de R.Y. û Recep Hantaş ketine nava dîmenê. Li bankek parkê rûniştinê. R.Y. bi cilê xwe yê tarî û kapuşon e. Recep Hantaş jî bi cilê kapuşon e. Li dora stuyê wî jî atki heye."    PIŞTÎ GULE BERDAN 4 SANIYE ŞÛNDE REVIYA YE   Di dîmenê 03.22:36'an de jî yekîneyên ewil ketine parkê. Yekîneyên duyemîn jî bi 2 maşîneyên zirxî ketine qadê. Li gorî dîmenê kamera S.E., K.B., H.S.S., E.K. û R.E. hatine cihê bûyerê û cihê xwe girtine. Gula yekemîn R.E. saet di 03.26:34'an de teqandiye. Recep Hantaş ê hat kuştin piştî gula yekem hat teqandin 4 saniye şûnde reviya ye. Derket holê ku li dijî gotina walî ku Hantaş bi ser polîs de reviya ye. ji polîs dûr dikeve. Li gorî diminê Recep Hantaş piştî bûyerê pişti polîsê TEM'ê K.B. ketiye ber dîmenê û gule berdaye reviya ye. Piştî polîs K.B. gule berda û 2 saniye şûnde, Hantaş li cihekî tarî ketiye xwar. K.B. parastibû ku gule berdaye hewa.    Şahidê bûyerê R.Y. ku serbest hat berdan, diyar kir ku ew li gel Hantaş rûniştibûn û bêyî hişyariyê bike dengê çekan hatiye. R.Y. anî ziman ku wî xwe avêt bin bankê û Recep jî piştî ket nava panîkê reviya û piştî ji piyê xwe ve birîndar bûye ketiye xwar. R.Y. anî ziman ku polîsan hişyarî nekiriye û gule berdaye wan"   Malbata Hantaş, duh li dozgeriya Amedê serlêdana sûc kiribû.