Li ser sînor cenazeyek din hat dîtin 2019-04-18 12:01:06   WAN - Li Taxa Qaşkol a ser sînorê Îranê cenazeyê zilamekê hat dîtin. Berê jî li heman herêmî cenazeyê 9 kesan hatibû dîtin.    Li Taxa Qaşqol a navçeya Elbak a Wanê, cenazeyê zilamekê hat dîtin. Welatiyên cenaze dîtin agahî dan eskeran. Eskerên Serfermandariya Cendirmeyan a Navçeyê yên hatin cihê bûyer, cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê.   BERÊ JÎ 9 CENAZE HATIBÛN DÎTIN   Berê jî li heman herêmî di 10’ê Nîsanê de 2 û 12’ê Nîsanê de jî 6 cenazeyên zilaman hatibûn dîtin. 9 cenazeyên piştî helîna berfê derketin holê, wisan texmîn tê kirin ku aîdê koçberên xwestine sînor derbas bikin e.