Hevşaredarên Pasûrê mezbatên xwe girtin 2019-04-18 10:25:18   AMED - Hevşaredarên HDP’ê yên Pasûrê Fatma Ay û Fatîh Taş mezbatên xwe girtin û dest bi peywira xwe kirin,    Fatma Ay û Fatîh Taş ên di hilbijartina herêmî de, ji bo Hevşaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Pasûr a Amedê hatin hilbijartin, ji Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê mezbatên xwe girtin. Hevşaredar piştî mezbatên xwe girtin bi gel re derbasî avahiya  şaredariyê bûn û dest bi peywira xwe kirin.   Di heman demê endamên meclîsa şaredariyê jî bi hevşaredaran re mezbatên xwe girtin.