Li Yukselê 3 kes hatin binçavkirin 2017-11-13 14:37:39 ENQERE - Çalakiya Kolana Yukselê di roja 370’an de berdewam kir. Polîsan mudaxileyê çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” kirin û 3 kes bi lêdanê binçav kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 250 û çalakiya kedkarên çemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê jî di roja 370’iyan de berdewam kirin.    Çalakgerên xwestin li Kolana Yukselê daxuyanî bidin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan derdora çalakgeran girtin û destûr nedan rojnameger dîmenan bikêşin.  Polîsên ku çalakger derp kirin, bi lêdanê 3 kes kirin binçavan, bi erdê re kaş kirin û kirin maşimeya zirxî.