Yildiz ê li malê çalakiya xwe didomîne: Dema berxwedana bi inad e 2019-04-18 10:06:30 AMED - Îsmet Yilmaz ê dema li avahiya HDP'ê ya Amedê ket greva birçîbûnê û hat girtin û li girtîghê jî çalakiya xwe berdewam kir, piştî hat berdan dîsa li malê çalakiya xwe berdewam dike. Yildiz, ani ziman ku ne dema tirs û bêdengiyê ye û wiha got: "Dem dema berxwedana bi înat e. Bi înad emê hebûna xwe berdewam bikin û biqîrin." Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, welatî Îsmet Yilmaz, Salîh Telkin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Îsmet Yilmaz piştî 2 caran hat binçavkirin, cara 3'emîn hat girtin û şandin girtîgehê. Îsmet Yildiz piştî mehekê girtî ma di 5'ê Nîsanê de hat berdan. Sevîcan Yaşar di 29'ê Adarê de, Salîh Tekîn di 2'ê nîsanê de û Bîlal Ozezer jî di 5'ê nîsanê de hat berdan. 4 kesên ku nêzî mehekê girtî man, niha 46 rojin li malê çalakiya xwe ya bêdem û bêdorveger berdewam dikin.      Yildiz, li Tirkiye li gel Dersim Dag, Sevîcan Yaşar û Salîh tekîn yekem kesê di nava koma ewil a li derve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir de cih girt. Yildiz piştî li avahiya HDP'ê ya Amedê ket grevê di saetên serê sibê de polîsan bi ser avahiyê de girt û we binçav kirin. Yildiz piştî çend rojan di bin çavan de ma bi şertê kontrola edlî hat berdan. Yildiz ku di 4'ê adarê de hat berdan dîsa li avahiya HDP'ê çalakiya xwe berdewam kir û di 5'ê Adarê de dîsa hat binçavkirin û bi îdîya "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin.    'EV WÎCDANÎ Û HIQÛQÎ YE'    Yildiz, anî ziman ku daxwazên wan hiqûqî û wîcdanî ne û wiha got: "Ji ber ku perspektifên çareseriyê yên Birêz Abdullah Ocalan danîne holê, projeyên aştî û demokrasiya Rojhilata Navîn in. Ji ber vê yekê ev daxwazên me, daxwaza milyonan kesan e. Dema em li dîroka  Tirkiye binerin em dibînin ku Abdullah Ocalan civakê bi rêve dibe. Bi tecridê re li Rojhilata Navîn şer dest pê kiriye. Rayedarên Dewletê ewil bi birêz Ocalan re li masê rûniştin, piştre mase xera kirin. Dewletê bi vê yekê rê li pêş saziyên sivîl girt û pêşeroja xwe xetimand. Piştre şer da destpêkirin. Divê îro tecrîd bi her awayî bê dest girtin. Tecrîd sûc e. ji ber ku li dijî hiqûqa Tirkiye û navneteweyî ye. Li gorî hiqûqa navneteweyî mafê her girtî heye ku bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtin bikin. Îro bi tecrîdê daxwaza nilyonan mirov tê xezp kirin. Ez jî wekî welatparêzekî tecrîdê li dijî hiqûq û wîcdan dibînim. Bi vê tecrîdê hiqûq û edalet jî di bin tecrîde de ye.    'DAXWAZÊN ME HIQÛQÎ NE'   Yildiz, anî ziman ku daxwazên wan hiqûqî ne û wiha lê zêde kir: "Ger ku hiqûq îro bi gotina kesekî tê rêvebirin wê demê îro hiqûq jî di bin tecrîdê de ye. Dema em ji milê olî de binerin jî îro civak di bin tecrîdê de ye. Hz. Muhammed, gotiye kesên ne ji baweriya wî jî divê ji cenazeyên wan re hurmetê nîşan bide. Civak nikare li ser cenazeyê xwe nimêj bike û nikare li gorî baweriya xwe cenazeyê xwe defin bikin. Hêj ji ber ku mirov bi kurdî di aixivin rastî lîncê tên. Îro çapemenî jî li Tiriye  di bin tecrîdê de ye. Li dijî zilmê berxwedana Mazlum Dogan, Hayri Durmuş û berxwedana zindanê heta îro hat.    'BI ÎNAT BERXWEDAN'   Yildiz, herî dawî bang li her kesî kir û xwest êdî tirs û bêdengiyê bişkînin û her kes bi înad li ber xwe bidin û wiha got: "Dem dema berxwedana bi înat e. Bi înad emê hebûna xwe berdewam bikin û biqîrin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd wê bişkê, faşîzm wê têk biçe û mirovahî wê bi ser bikeve."