Nexweşxaneya Acibademê xebatkar Ilgar ji kar dûr xistin 2017-11-13 14:37:00 STENBOL - Rayedarên Nexweşxaneya Acibademê, piştî bertekên li dijî daxuyaniya xebatkara Nexweşxaneyê Oznur Ilgar a têkildarî erdheja li Silêmaniyê peyama "Dest ji wan berdin bila geber bibin" di twîtterê de belav kir û bertek zêde bûn, ji kar dûr xistin.  Şevê din li Bajarê Silêmaniyê û Kirmanşanê erdhejên pêla wê 7.3 pêk hat û heta niha zêdeyî 300 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Piştî erdhejê xebatkara Nexweşxaneya Acibademê Oznur Ilgar di hesapê xwe yê twîtterê yê di profîla xwe de xwe wekî "Midûra Koma Şîrketa Acibadem Healthcare" ye daye naskirin peyama "Di halê hazir de erdhej pêk hatiye dest ji wan berdin bila geber bibin" belav kir. Piştî li dijî vê yekê bertek zêde bûn. Ji ber li dijî Ilnur û rayedarên nexweşxaneyê bertek zêde bûn, rayedarên nexweşxaneya Acibademê der barê wê de lêpirsîn dan destpêkirin û dawî li karê wê anîn. Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku li gorî feraseta xizmeta Koma Tenduristiya Acibademê em cudakariyê naxin nava bawerî, ziman, nijad û cudayinên din. Em li dijî hemû cudakariyê ne. Ji ber vê yekê em li dijî gotinên xwebatkarên xwe yên bi vî rengî ne jî. Ji ber parvekirinên Oznur Ilgar ên li ser hesabê medya civakî heta lîpirsîna der barê wê de bi dawî bibe em dawî li karê wê tînin.