Sendîka û partiyên siyasî: Di tu hiqûqê de cihê tecrîdê tune ye 2019-04-18 09:22:55   ÎZMÎR – Rêveberên partiyên siyasî û sendîkayan bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê û gotin: "Hikûmetê welat xistiye nava aloziyê. Di tu hiqûqê de cihê tecrîdê tune ye."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 162'yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya zêdetirî 7 hezar girtiyî jî didome. Rêveberên partiyên siyasî û sendîkayên li Îzmîrê bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê û bang li hikûmetê kirin gavina bavêje.    'DÊ TU KES TECRÎDÊ QEBÛL NEKE'    Rêveberê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Îzmîrê Teymûr Taşdemîr, diyar kir ku Tirkiye bi tecrîdê qanûnên xwe binpê dike û got: "Di tu edalet û hiqûqê de cihê vê tecrîdê tune ye. Êdî bes e. Kes tecrîdê û mirinê qebûl nake û wê neke jî."    Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Alî Denîz Esen jî, destnîşan kir ku tecrîd îşkence ye. Esen, anî ziman ku divê kesên xwedî wijdan û azadîxwaz hemû li dijî tecrîdê derkevin û bibin dengê girtiyan.    'GUH BIDIN VÎ DENGÎ'    Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Aydin çetînkaya jî, diyar kir ku girtî li ber mirinê ne lê hîn jî hikûmet xwe li ker û lalîtiyê datîne û got: "Divê her kes guh bide vî dengî."    Serokê Şaxa Egîtîm Senê Hasan Alî Kiliç jî xwest hikûmet û dewlet bi awayekî cidî nêzî grevên birçîbûnê bibe û got: "Tecrîdkirina mirovan nayê qebûlkirin."    ‘HIKÛMET WELAT BER BI ALOZIYÊ VE DIBE'    Serokê Şaxa Jimare 6'an a Egîtîm Senê Îsmet Sozer jî got: "Hikûmet der barê tecrîdê de tev nagere. Ev tê wateya ku welat dixe nava aloziyê." Sozer, bang li her kesî kir ku bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê û dengê xwe bilind bikin.