'Em êdî kêliyan dijmêrin' 2019-04-18 09:20:36 RIHA – Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Parêzer Mûstafa Vefa ê li Girtîgeha Rihayê rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de şopand, anî ziman ku çalakiya grevê pir dirêj bû û wiha got: Êdî ne roj, ne saet em deqîqeyan dihesibînin. Çimkî dibe ji nişkave xebera mirinê bê."  Li Girtîgeha Jimare 1 û 2'yan a Tîpa T a Rihayê û li Girtîgeha Tîpa T a Sêwregê ji 5 û 6'ên Çileyê ve 16 girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin û di 1'ê Adarê de jî 208 girtî ketin greva birçîbûnê.  Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Mûstafa Vefa, der barê grevên birçîbûnê de hin agahî parve kirin. Vefa, bilêv kir ku tenduristiya girtiyan asta krîtîk derbas kiriye û got: "Li gorî daneyên di dest me de li girtîgehên Rihayê 224 girtî di greva birçîbûnê de ne."    Vefa, bal kişand ser rewşa 16 girtiyên di 5 û 6'ê Çileyê de ketin greva birçîbûnê û got: "Rewşa girtiyên di 5'ê Çileyê de ketin greva birçîbûnê xirab dibe. Me li girtîgehê hevdîtin bi girtiyan re çêkir. Tenduristiya wan pir xirab bûye. Li gor xebatên me û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) êdî girtî asta krîtîk derbas kirine."    VÎTAMÎNAN NADIN    Vefa, destnîşan kir ku girtî nikarin li ser piya bisekinin, çavê hinan jê xrab bûye, tim vedirişin Vefa, diyar kir ku vîtamînan baş andin girtiyan û ji ber vê nexweşîn li girtiyan peyda dibin û got: "Em ne bijîşk in, lê belê me bi çavê xwe rewşa wan dît. Pir zihîf bûne û nexwşîn li gelekan peyda bûye."    ‘DEQÎQE JÎ GIRÎNG IN'    Vefa, destnîşan kir ku divê raya giştî bi hesas tev bigere û got: "Di dîroka girtîgehên Tirkiyeyê de cara ewil e çalakiyeke wisa berffireh û dirêj pêk tê. Çalakî dirêj bû. Êdî ne roj, ne saet em deqîqeiyan dihesibînin. Çimkî dibe ji nişkave xebera mirinê bê. Berî mirin çêbibin demildest divê raya giştî tev bigere û hikûmet hin gavan bavêje."