Dayika 2 girtiyan: Bila êdî bes kes bimire 2019-04-18 09:19:09 DÎLOK –  Anzilha Ozturk a 2 kurê wê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, got: "Ji ber girtî bîrçî ne her dem di bîra min de ne. Bila hikûmet dengê dayikan bibihîse. Bila êdî dayik negirîn. Bila êdî kes nemire."  Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de du girtiyên birayên hev Necdet û Bakir Ozturk in. Bakir Ozturk (39) li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tekirdagê û Necdet Ozturk (33) jî li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Dayika wan Anzilha Ozturk, xwest hikûmet dengê dayikan bibihîse û daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.    ‘BILA ÊDÎ DAYIK NEGIRÎN'    Ozturk, diyar kir ku ew dixwazin tecrşd bi dawî bibe û got: "Em naxwazin ji girtîgehan tabûtên girtiyan derkevin. Zarokên min tim di bîra min de ne. Ji ber bîrçî ne tim di bîra min de ne. Bila hikûmet dengê dayikan bibihîse. Bila êdî dayik negirîn. Bila êdî kes nemire."    'BILA ÊDÎ KES NEMIRE'   Hevjîna Bakir Ozturk Emîne Ozturk jî diyar kir ku hevjînê wê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye û wiha got: "Ji bo aştî pêk bê divê tecrîdkrina Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Bila êdî aştî çêbibe. Bila girtî bi saxî vegerin cem malbatên xwe. Hevjînêmin di telefonê de got, 'gardiyan gefan li me dixwin' 15 rojan carekê em bi telefonê bi hev re diaxivin. Di telefonê de dengê wî nebaş bû. Nizanim niha tenduristiya wî di çi weziyetê de ye. Nebaş be jî ji me re nabêje. Divê hikûmet dengê girtiyan bibihîse. Zehra, Ayten, Ûgûr, Zulkuf canê xwe dan. Êdî em naxwazin girtî biêş in. Bila daxwaza wan bê qebûlkirin."